Meclîsa Jinan a Sûriyê li Qamişloyê komxebatek lidar xist

Meclîsa Jinan a Sûriyê, ji bo nirxandin û awayên pêşveçûna rola jinan di pêvajoya nû ya Sûriyê de, komxebatek li bajarê Qamişlo lidar xist. Jinan li ser girîngiya yekrêziya jinan bal kişandin ser girîngiya li Sûriyê avakirina kongreya xweser a jinan.

Qamişlo- Meclîsa Jinan a Sûriyê ji bo nirxandin û parastina maf û rola jinan a di pêvajoya nû ya Sûriyê de, komxebatek lidar xist. Komxebat li bajarê Qamişloyê Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi amadebûna bi dehan jinên ji tevger, partî, sazî û rêxistinên jinan, kesayetên serbixwe û mafnas, hat lidarxistin. Di komxebatê de li ser rewş, erk û rola jinan a di pêvajoya nû ya Sûriyê de  nîqaş hatin kirin û nêrînên der barê wê de hatin parvekirin.

‘Tepisandina jinan ji aliyê rejîma Baasa hilweşiyayî ve

Di komxebatê de ji aliyê rêvebera Komîteya Dîplomasî ya Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Ehmed ve nirxandinên li ser pêvajoyê hatin kirin. Rûken Ehmed rewşa jinan a beriya ketina rejîma Esed anî ziman û wiha got: “Nêrînên jinên azad ên li herêmên di bin serweriya rejîma Esed de derket, ango ne bi hişmendiya jinan dixebitîn, ji ber desthilatdariya tund, ji ber vê yekê gelek ji wan ji Sûriyê derketin.”

‘Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînaka herî şênber e’

Rûken Ehmed behsa heman rewşa ku li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiye û çeteyên wê de heye jî kir. Rûken destnîşan kir ku di pêvajoya nû ya Sûriyê de ew aliyên herî amade ne ku wek sîstem û proje ku tê de girîngiya xurtkirina hevgirtina neteweyan heye ji bo parastina destkeftiyan. Rûken got ku ji ber ku li ser tevahî pêkhateyan metirsiyên netewperestiyê hene û nêrîn û biryarên hikûmeta demkî ya nû ya Sûriyê rexne kir. Rûken got ku karekterê wê yê îslama Selefî dê xeter be li ser azadî û destkeftiyên jinan ên li Sûriyê.

Metirsiyên ji ber zindîkirina DAIŞ’ê

Di komxebatê de beşdaran bal kişandin ser berdewamiya êrîşên Tirkiye û çeteyên wê yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Beşdaran destnîşan kir ku di encama wê de bi dehan welatiyên ku piraniya wan jin û zarok in jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran şêniyên Kantona Şehba-Efrînê koçber bûne. Her wiha metirsiyên ji nû ve zindîkirina DAIŞ’ê jî hatin ziman.

Dosyaya jinên girtî

Di komxebatê de ji bo xebata li ser dosyaya jinên girtî, bi taybetî yên Sednaya ji bo eşkerekirina çarenûsa bi hezaran jinên girtî, gelek nêrînên hevbeş hebûn. Nêrînên li ser alîkariya bi jinên ku hatine berdan re,  parastina wan û ji nû ve alîkariya wan, vekirina dozekê ji bo darizandina sûcdaran jî derketin pêş.

 ‘Buroyek Meclîsa Jinan a Sûriyê li paytexta Şamê hat vekirin’

Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Gulistan Gulo jî di destpêka axaftina xwe de vekirina buroyek Meclîsa Jinan a Sûriyê ya li paytext Şamê pîroz kir û got: “Ev gavek êrênî bû ji bo jinan. Bêguman ji sala 2017’an ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê meclîs hatiye avakirin. Di bin banê wê de gelek tevger û rêxistinên jinan hene. Meclîs ji bo tevahî jinên Sûriyê dixebite. Niha di pêvajoya nû de û di berdewamiya erkên xwe de roleke bihêztir jê tê xwestin.”

‘Di hevpeymana nû de hebûn û rola jinan’

Gulistan Gulo da zanîn ku îro jin li vê komxebatê li ser yekrêziya deng û rengê jinan ji bo bidestxistin û parastina mafên jinan tekez dikin û wiha berdewam kir: “Di peymana nû ya Sûriyê de girîngiya hebûn û rola jinan gerek hebe. Divê em di pêvajoya siyasî de xwedî rol û nêrîn bin. Ji demên berê de Sûriye pir-reng e û hemû pêkhateyan di bin banê wê de jiyane. Mixabin sîstemên desthilatdar Sûriyê kirin yekreng û yekdeng û mêjî. Di heman demê de rê nedidan tevger û rêxistinên jinan ku ji bo jinan xebat bikin.”

‘Metirsî hene û gel sîstema yek reng qebûl nake’

Çalakvan Derya Remezan jî got ku dema ew tê de derbas dibin, dema hebûn û tunebûnê ye û wiha pê de çû: “Hişmendiya hikûmeta demkî ya nû ya Sûriyê, hişmendiyeke îslamî ya hişk e li hemberî pêkhateyên herêmê yên ji ol û baweriyên cuda. Di nava 13 salan de projeya neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin, gelek zehmetî hatin kişandin, gelek xwîn hat rijandin û bi saya wê destkeftî hatin bidestxistin. Ji ber vê yekê gel ji vê sîstema yek reng û yek ol ne razî ye. Metirsî li ser Sûriyeya pêşerojê hene, bi taybetî li ser keda jinan.”

‘Avakirina kongreyeke jinan li Sûriyê’

Derya Remezan destnîşan kir ku ji hemû deman zêdetir îro pêwîstî bi diyarkirina nexşerê û rêziknameyeke jinan heye ku di destûra nû de temsîl bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî tecrube ne û der barê mafên jinan de gavên hêja avêtine. Jin dikarin vê tecrubeya xwe bi tevahî jinên Sûriyê re parve bikin. Pêwîst e kongreyeke jinan a xweser bê avakirin. Pêwîst e hemû tevger, sazî û rêxistinên jinan dengê xwe bikin yek û xwe bighînin parçeyên din ên li Sûriyê. Dem hesas e û tê xwestin em ji bo tevahî jinan û pêkhateyan têbikoşin, ji bo Sûriya demokratîk û azad.”