Meclisa Jinan a Sûriyê kiryarên dewleta tirk li dijî penaberan şermezar kirin

Meclîsa Jinan a Sûriyê bi daxuyaniyekî çapemeniyên pilana dewleta tirk a bicihkirina milyon koçberên Sûrî li herêmên Sûriyê yên dagirkerî, bi daxuyaniyekî çapemeniyê şermezar kirin.

Qamişlo - Di vê dema dawiyê de, dewleta tirk bi riya daxuyaniyan eşkere kir ku dê milyonek penaberên Sûriyê li Serêkaniya dagirkirî bi cih bike. Têkildarî vê mijarê, Meclisa Jinan a Sûriyê, li ber dergehê Netewên Yekbûyî ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi amadebûna bi dehan endamên Meclisê daxuyaniyek çapemeniyê dan.

“Dewleta tirk penaberan wek amûreke siyasetê bi kar tîne”

Daxuyaniya ku ji aliyê Koordînasyona Giştî ya Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat ve hat xwendin, wiha ye: “Dewleta tirk di dema dawî de daxuyaniyek da ku wê mîlyonek koçber derbasî Serêkaniya dagirkirî bike. Dewleta tirk bi êrîşên xwe yên wehşiyane di destpêkê de Efrîna rengîn paşê, El-Bab, Ezaz, Cerablûs, Serêkanî û Girê Spî dagirkir. Niha jî cardin dest bi pêngavek kiriye ku milyonek koçber derbasî Serêkanî bike û guhertina demografiyê pêk bîne. Dewleta tirk li ber çavê hemû cîhanê hevkariya xwe bi çeteyên DAIŞ’ê re dike. Armanca dewleta tirk ji van kiryaran ewe ku dîroka osmaniyan cardin nûjen bike. Dewleta tirk li ber çavê tevahî cîhanê çekên qedexekirî li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî. Bi destpêkirina qeyrana Sûriyê re dewleta tirk dêriyên xwe ji penaberên Sûriyê vekir da ku gel wek qert bişûxilîne û pere ji ewrûpayê bigire. Tawizên dewletên Ewrûpa hişt ku dewleta tirk hemû desthilatdariya xwe li dijî gel pêk bîne. Bi guhertina demografiya Sûriyê re pirskirêka penaberan bi kar anî ku îro mînaka herî ber bi çav herêma Efrînê ye. Her wiha bi hezaran penaberên Sûriyê weke qertekî hilbijartin û siyasî bi kar tîne. Dewleta tirk mijara penaberên Sûriyê ji çarçoveya wê ya mirovî û exlaqî derxist û kir şantajek siyasî.”

Lîna Berekat kiryarên dewleta tirk li dijî gel şermezar kir û got: “Armanca dewleta tirk a pêkanîna guhertina demografîk yên axa Sûriyê ewe ku navçeyên sînor yên Sûriyê bi Tirkiyê ve girêbide, ji ber ku navendên nifûsê yên ku tên avakirin dikevin bin desthilatdariya komên çekdar ên ku ji aliyê desthilatdaran ve tên bi rê ve birin. Ev armanca qirêj ya Tirkiyê perçekirina xaka Sûriyê ye. Her wiha dixwaze nakokiyên neteweyî, mezhebî û olî ava bike. Em wek Meclîsa Jinan a Sûriyê kiryarên dewleta tirk li dijî gelê herêmê pêk tîne şermezar dikin. Bivê armancê banga me ji hemû rêxistin û saziyên navneteweyî re heye ku bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî rabin û lêpirsîneke edalet li gor zagonên navdewletî di derheqê kiryarên dewleta tirk de bê kirin.”

Meclîsa Jinan a Sûriyê daxwazên xwe bi van xalan par kirin:

*-Rawestandina tawanên komkujiyên ku di derheqê jinan de ji aliyê dewleta tirk ve tên kirin.

*-cezakirina Erdogan di dadgehên navneteweyî de li ser van kiryarên ku li dijî zagonên navneteweyî pêk tîne.

*-Kiryarên ku tên kirin weke kiryarên ber bi çav û berdewam bêne dîtin.

*-Pêwiste komîteyên lêpirsîn di derbarê komkujiyên dewleta tirk de bên pêşxistin û hemû belge radestî wan bêne kirin.