Meclîsa Jinan a Sêvê 290 name ji CPT’ê re şand

Meclîsa Jinan a Sêvê ya Bremenê, di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ku TJK-E’yê li dijî tecrîda Îmraliyê dayîn destpêkirin de, 290 name ji CPT’ê re şand.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li dijî tecrîda Îmraliyê kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’ê re, da destpêkirin. Meclîsa Jinan a li bajarê Bremen ê Elmanyayê jî di çarçoveya kampanyaya TJK-E’yê de 290 name ji CPT’ê re şand.

‘Bila CPT’ê li gorî prensîbên xwe yên damezrandinê tevbigere’

Meclîsa Jinan a Sêvê ya Bremenê daxuyaniyek da û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin. Ev 3 sal in ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê wergirtin. Tevî hemû serlêdanan jî hevdîtinên bi malbat û parêzeran re pêk nayên. CPT tecrîda Îmraliyê nabîne. Tevî ku CPT di Çileya 2024’an de çûye Tirkiyeyê, radigihîne ku serdana Îmraliyê nekiriye. Têkildarî serdana xwe ya beriya wê li Îmraliyê kirî, tiştekê nabêje. CPT çi diveşêre? Em jin tecrîda Îmraliyê qebûl nakin. Lewma em bang li CPT’ê dikin ku li gorî prensîbên xwe yên damezrandinê tev bigere.”