Meclisa Jinan a Partiya Sûriye ya Pêşerojê li ser rewşa jinan a li Sûriyeyê komcivînek li dar xist

Bi dirûşma "Rêxistin bike, li ber xwe bide, azadiyê pêk bîne" Meclisa Jinan a Partiya Sûriye ya Pêşerojê Komcivînek li dar xist .

Hesekê - Di 1’ê Hezîranê de Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê dest bi hemleyek bi navê “êşa ku jin di aloziya Sûriyeyê de dikşînin” kir. Li hemberî êşa ku jin di nava aloziya Sûriyeyê de dikşînin û di bin dirûşma "Bi rêxistin bike, li ber xwe bide, azadiyê pêk bîne" îro Meclisa Jinan a Partiya Sûriye ya Pêşerojê komcivînek li dar xist. Di komcivînê dê li ser sê xalên girîng nîqaş hatin meşandin. Ev xal; xwebirêxistinkirin, berxwedan û azadî ne. Komcivîn li Hola Reşo ya taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Komcivîn ji aliyê  Endama Rêvebera Meclisa Jinan a Sûriyeya pêşerojê Şîlan Ehmed, Endama koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Rîma Îsa û Endama Mala Jinan a bajarê Hesekê Ala Ibrahîm ve hat birêvebirin.

“Rêxistinbûna jinan îradeyê diafirîne”

Endama Koordînasyona Kongra Star Nida Salih wiha got: "Di vê qonaxa hesas de lidarxistina komcivînek bi vî rengî em pîroz dibînin. Îro bi projeya Neteweya Demokratîk jin di her qadê de xwe bi rêxistin dikin. Hebûna jinan di sîstema Hevserokatiyê de bi xwe serkeftinek dîrokî ye. Ji bo wê di her alî de êrîş li ser jinan pêk tê. Li hemberî van êrîşan xwe birêxistinkirin çeka herî xurt e ku em bikaribin civaka xwe birêxistin bikin û rê li ber hişmendiya bavksalarî ya îro di şexsê jinan de civakê kole dike bigrin."

Endama Mala Jin Ala Ibrahîm da zanîn ku rêxistinbûyîna jinan îradeyê diafirîne û xeta berxwedaniyê hildibjêre û axaftina xwe wiha domand: "Dema jin rêxistinbûyîna xwe ava bikin wê bibin xwedî îrade û bikaribin li hemberî hemû êş û êrîşan li ber xwe bidin. Bi berxwedaniyê serkeftin misoger dibe. Ji bo wê pêwîst e jin li hemberî hemû cureyên şîdetê li ber xwe bidin, ev 5 hezar sal in koletî li ser wan hatiye ferzkirin, bêguman wê bi salek dusal bi dawî nebe tenê bi berxwedaniyek xurt û bi yekitiya jinan serkeftin misoger dibe û dighîje azadiya xwe."

“Birêxistinbûyîna jinan bi xwe re birêxistinbûyîna civakê tine”

Endama Rêvberiya Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Şîlan Ehmed got: "Dema jin xwe bi rêxistin bikin civak bi rêxistin dibe, bi vî rengî xeta berxwedaniyê hildibjêrin, bi berxwedaniyê jî azadî tê bidestxistin. Azadî jî azadiya fikrî ye, azadiya hişmendiyê ye. Azadî ew e ku mafên te yên jiyanî hebin. Wekheviya di navbera herdu cinsan de çêdibe. Bi vê yekê mirov azad dibe. Îro jinan di şoreşa Rojava de gavek girîng û dîrokî avêt, li hemberî hişmendiyek bi hezaran salan şerek tê meşandin, berxwedanî tê raberkirin. Azadiya jinan azadiya civakê ye, ji ber ku jin bingeha avakirina civakek bi exlaq û polîtîk in."

Cîgira Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Zozan Şemo teqez kir ku jin bi rêxistinbûyîna xwe, dikarin li hemberî hemû cureyên şîdet û hişmendiya bavksalarî bisekine û wiha anî ziman: "Armanca me ji vê hemleyê ew e ku jin rêxistina xwe xurtir bikin, li hemberî hemû cureyên şîdetê li ber xwe bide û xwe bigihîjîne azadiyê. Em dixwazin jin bizanibe ku li derdora wê çi diqewime, şoreşa ku bi pêşengiya jinan hatiye geşkirin îro êrîş li ser destkeftiyên wê pêk tê. Ji bo ku bikaribin xwedî li nirxên şoreşê bisekinin pêwîstî bi rêxistinbûyînê heye, ji ber ku bingeha serkeftinê rêxistnbûyîn e."

Komcivîn bi nîqaşên li ser rewşa jinan û girîngiya xwebirêxistinkirina wê bi dawî bû.