Meclisa Jinan a Partiya DEM’ê: Îstîfa êrişa li dijî paradîgmaya me ne

Meclisa Jinan a Partiya DEM’ê li ser îstîfakirina hevşaredarên Avkevir û Bêrecûkê daxuyanî da, bal kişand ku ev yek êrişa li dijî paradîgmaya azadiya jinan e û wiha hat gotin: “Li dijî îradeya jinan hûn ê têk biçin.”

Navenda Nûçeyan- Meclisa Jinan a Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) li ser îstîfakirina hevşaredarên Avkevira Agiriyê û Bêrecûka Rihayê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev îstîfa êrişeke li dijî pergala hevserokatiyê ye.

‘Ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî ji partiya me îstîfa kirin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku destkeftiyên bi pêşengiya jinan hatine girtin tên hedefgirtin û wiha domiya: “Kesên ku li navçeyên Bêrecûk û Avkevirê hatin hilbijartin beramberî keda jinan berjewendiyên xwe yên şexsî esas girtin û ji partiya me îstîfa kirin. Ev îstîfa êrişeke li dijî paradîgmaya me ya azadîxwaziya jinan, demokratîk û wekhevîxwaz e. Ev yek êrişeke li dijî pergala hevserokatiyê ya em diparêzin û bi têkoşîna jinan hatiye bidestxistin e.”

‘Bi hevserokatiyê em ê beşdarkirina jinan ji bo rêveberiyên herêmî zêde bikin’

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bi pergala hevserokatiyê re; hewl didin di her warê jiyanê de îradeya jinan bi hêz bikin, wan beşdarî rêveberiya bajar bikin, feraseta rêveberiyên herêmî yên demokratîk belav bikin. Li dijî êrişên li ser pergala hevserokatiyê ya ku me bi ked û bedelên mezin pêk aniye, polîtîkayên me yên nûnertiya wekhev, azadîxwaziya jinan, beşdarî, demokratîk û civaka ekolojîk; em ê têkoşîna xwe bidomînin. Kesek ku ji rêgezên rêveberiyê yên partiya me red dike û sozên ku daye bi cih nayne, ne bi jinan re ne jî bi gel re nikare bimeşe. Me çawa rê nedabe qeyûman, em ê rê nedin feraseta desthilatdariya mêr jî. Şaredariyên Bêrecûk û Avkevir, îradeya jin, ciwan û gelan in. Em bang li kesên ku li dijî vê îradeyê disekinin dikin; hûn ê li dijî îradeya jinan têk biçin.”