Meclisa Jinan a HDK: Ne hedê tu kesêye ku jinan hedef bigre

Meclisa Jinan a HDK'ê der barê êrîşên li dijî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan hatine destpêkirin daxuyanî da û wiha got: "Divê rêya derbaskirina vê pêvajoyê, hedefgirtina jinên ku beyî çavên xwe bigrin di her qadên têkoşînê de ked didin, nebe."

Navenda Nûçeyan - Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) duh der barê êrîşên ku li ser medyaya dijîtal li dijî Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan hatiye destpêkirin de, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya ku hate destnîşankirin ew bi biryar in ku destkeftiyên jinan ên bi bedelên giran hatine bidestxistin biparêzin, hate diyar kirin ku bi temsîliyeta wekhev têkoşîna li qada siyaseta demokratîk dê berdewam bike.

'Hemû berpirsyariyên me hevpar in'

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku piştî hilbijartinê bi hemû sazî û pêkhateyan re pêvajoya rexne û rexnedayîn hatiye destpêkirin, hate destnîşankirin wek jin rexneya herî mezin feraseta baviksalar a serdest e ku "cebanî bûn"e û hate diyar kirin ku ji vê yekê re dê destûr neyê dayîn. Di daxuyaniya ku hate diyar kirin Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di hesabên medyaya dijîtal de rastî "lîncê" hatiye û ev tişt hate gotin:

“Pervîn Buldan, kampanyaya lîncê ya ku bi jibîrkirina keda wê ya ji bo têkoşîna demokrasî û aştiyê ya vê welatê, bedelên ku daye û berpirsyartiyên ku di rojên herî dijwar de girtiye ser milê xwe, li ser medyaya dîjîtal hatiye destpêkirin, dê bike mertala xurt a hevgirtina jinan û bizivire. Hemû erkên me yên dema borî hevpar in û rê û rêbazên derketina vê pêvajoyê di me hemûyan de guncaw e. Rêya derbaskirina vê pêvajoyê bi xebitandina hemû mekanîzmayên me yên rêxistinî û vekirina cihên xitimiyê, bihedefgirtina jinên ku beyî çavên xwe bigrin di her qadên têkoşînê de ked didin, nebe û her wiha hedê tu kesî ye.”

Di daxuyaniya ku hat gotin ew ê tevî hemû astengiyan têkoşîna azadiya jinê berfireh bikin û li tu qadên jiyanê rê nedin nêzîkatî û pêkanînên serwer ên mêr, bal hat kişandin li ser felsefeya "Jin Jiyan Azadî”.