Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî şer û xizaniyê banga têkoşîna hevpar kir

Di encamnameya Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya der barê pêvajoya hilbijartinên herêmî û encamên wê de bang li hemû jinan hat kirin ku di 1’ê Gulanê de li dijî şer û xizaniyê têkoşîna hevpar bikin.

Navenda Nûçeyan- Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) encamnameya civîna piştî hilbijartinên herêmî ya di 19’ê Nîsanê de li Enqereyê li dar xist parve kir.

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku di civînê de pêvajoya hilbijartinê û geşedanên li Tirkiye û Kurdistanê hatine nirxandin û hat gotin ku di civînê de têkildarî têkoşîn û bernameya birêxistinkirinê biryar hatine dayîn.

‘Kurdan û hemû kesên tune tên hesibandin qezenc kirin’

Di encamnameyê de ev tişt hatin gotin: “Bloqa desthilatdariyê hewl da careke din qadên rêveberiyên navendî-herêmî dîsa bi dest bixe û faşîzmê misoger bike. Ji bo vê jî di hilbijartinên 31’ê Adarê de hemû derfetên dewletê û saziyên wê seferber kir, li dijî gel û jinên Kurd hemû rêbazên şerê taybet bi kar anîn lê jinan û gelan têkçûneke mezin bi îqtîdarê dan jiyîn û encameke ku hilbijartinan jî derbas dike bi xwe re anî. Tevî van şert û mercên ne adilane û newekhev, taktîkên şerê taybet jî gelê Kurd, jin, ciwan, kedkar, astengdar, bawermendên tune tên hesibandin, LGBTÎ+ û yên ji bo xweza û jiyanê têdikoşin bi ser ketin.

Bersiveke zelal dan rejîmê

 Rejîma qeyûm ku li dijî gelê Kurd û pergala azadîxwaziya jinan û bi giştî li ser bingeha polîtîkaya înkar û tunekirinê hatiye sazkirin, careke din bi nerazîbûneke mezin paşve hatiye şandin. Bi taybetî jî berxwedan û piştevaniya mezin a li Wanê derket holê, weke li ser sindoqê di heman demê de îradeya gel li kolanê jî nîşan daye. Nakokiya di navbera hêvî, bendewarî û pêdiviyên gelên Tirkiyeyê û ya rejîm û alîgirên wê de her ku diçe kûrtir dibe û ev yek veguheriye bertekeke civakî. Jin û ciwanên terkî xizaniya roj bi roj girantir dibe, terkî bêkarî, bêrêxistinî, bêçaretî û bêdahatûyê hatine kirin, hemû gelên bi polîtîkayên şer û tundiyê tên tepereserkirin, di serî de li metropolan, bersiveke zelal dan rejîmê.

Careke din nîşan dan ku rê nadin faşîzmê

Yek ji mîmarên sereke yên vê atmosfera polîtîkaya nû derket holê jî têkoşîn, azwerî û berxwedana bi biryar a jinan e. Têkoşîna jinan a li dijî tundî û faşîzma mêr-dewletê ku desthilatdariyê hejand, bûye çavkaniya tevahiya muxalefetê. Jinan di vê hilbijartinê de careke din nîşan dan ku dê rê nedin serdestiya zilam û faşîzma wan. Partiya me, têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd û ya tevgerên jinan ên Tirkiyeyê girêdayî hev kir û li rexeke rejîma qeyûm a dijminane şand û li hêla din jî bi serkeftina xwe nehişt faşîzm sazûman bibe.

Êrişên ji bo krîmînalîzekirina hevserokatî û nûnertiya wekhev, valakirina hundirê wê û bêqîmetkirina wê, eleqeya xwe bi polîtîkayên li dijî jinan heye. Lê partiya me bi biryar tawîz ji xeta azadîxwaziya jinan berneda, bi saya berxwedan û keda jinan a bêhempa, bi saya tecrubeya demokratîk a gelê Kurd ev êriş vala hatin derxistin û serkeftina têkoşîna azadiya jinan tevahiya erdnîgariyê bi rengê mor xemiland. Ji meşên azadiyê yên li dijî tecrîdê heta nobetên edaletê, ji 8’ê Adarê heta Newrozê, têkoşîna xwe li gel jinan gav bi gav birêxistin kir; bi pêşhilbijartinan re mînakeke demokrasiya yekser a bêhempa derxist holê û ji bo avakirina rêveberiyên herêmî yên li ser esasê azadîxwaziya jinan, ekolojîk û demokrasiyê ketiye nava liv û tevgerê.

Bi îdiaya nû ya jiyanê rêveberiyên herêmî

Weke Meclisa Jinan, em modêla xwe ya hevserokatiyê û nûnertiya wekhev weke sazûmaniya azadiya civakê dibînin. Di serî de jin, em ê têkoşîna xwe bi modêla rêveberiyên herêmî ya ku tevahiya civakê jî tevli dike mezin bikin. Bêyî ku demokrasiya herêmî ji wijdanê partiyên siyasî yên mêr-serdest re bihêlin; ji bo Riya Sêyemîn bixin meriyetê me li gel jin, ciwan, astengdar, kedkar anku gelan dest bi xebatan kir. Bi îdiaya xwe ya jiyana nû re em jin dê xizaniyê ji holê rakin, tundî, kedxwarî û bindestiyê bi dawî bikin û soza xwe ya ji bo rêveberiyên herêmî bi cih tînin.

‘Rojeva me ya bigehîn ew e em siyaseteke li dijî şer mezin bikin’

Di van şert û mercên ku li Rojhilata Navîn şer û tundiya her ku diçe kûrtir dibe, ji bo gelan, bi taybetî jî ji bo jinan girîngiya tevgereke li dijî şer a ji nava civakê li welat û herêmê ku bê agakirin xwe nîşan dide. Ji ber ku em hemû dizanin ku şer û koçberiya bi darê zorê encamên çawa li ser jiyana jinan çêdike. Di rastiyê de diyar e ku herî zêde jin di bin bandora krîzên pirjimar ên vî şerî de dimînin û her ku diçe rewşa wan xirabtir dibe.  Di vî warî de rojeva me ya sereke ew e ku em li dijî şerên netew-dewletan  ji bo jiyana hevpar a gelan polîtîkaya li dijî şer mezin bikin.

‘Li dijî şerê taybet û polîtîkayên bêcezakirinê têkoşîn’

Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet ku ji aliyê desthilatdariya kolonyalîst û mêr ve tê pêşxisitn, li dijî bedena jinan weke êrîşeke bêperwa dewam dike. Li Şirnexê ji aliyê çawîşê pispor ve êrîşa zayendî ya li dijî jinan a ku dewleta mêr wekî şerê taybet kiriye meriyetê, ji van polîtîkayan ne serbixwe ye. Biryara der barê 3 kesên ku di sala 2021’ê de li navçeya Dêrika Mêrdînê bi şantajê bi awayekî sîstematîk tecawiz li jineke 22 salî kiribûn, ku yek ji wan cerdevan bû, berdewamiya vê yekê ye. Zêdebûna bûyerên nû yên tacîz, destavêtin, îstîsmar û tundiya li dijî jinên Kurd ji aliyê hêzên hiqûqî û hêzên şerê taybet ve her roj vê êrîşa sîstematîk careke din radixe ber çavan. Weke Meclîsa Jinê em ê têkoşîna xwe ya azadiya jinê li dijî polîtîkayên bêcezakirinê bilind bikin û derxin holê û em ê rê nedin wan.

Tevî van hemû polîtîkayên şer jî em dîsa bêhiqûqiya di doza Kumpasê ya Kobanê de derketiye holê teşîr dikin. Em ê bi hevalên xwe yên ji doza Kobanî tên darizandin re bin û em dibêjin ku şoreşa Kobanî "Şoreşa Jinê" ya li dijî dewleta mêr û daraza  wê ye ku nikare biryara xwe jî rave bike. Çawa ku me di Doza Kobanî de rûyê DAIŞ'ê derxist holê, em ê jin jî modela xwe ya azadiya jinê ji hundir ve ava bikin.

Em weke Meclisa jinan a Dem carek din li vêderê bang li hemû jinên ku ji bo ked, nasname û bedena xwe kolanan naterikînin, li hemberî desthilatdariya mêr serî natewînin û di her şert û mercî de daxwaza wekhevî, azadî û edaletê dikin, em dibêjin werin em  bi hev re têbikoşin û bi hev re rêve bibin.

Meclisa me ya jinan bang li hemû jinan dike ku li dijî şer û xizaniyê têkoşînek hevpar bidin meşandin, em li bendêne di 1’ê Gulanê de li qadan bên ba hev. ”