Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Em ê nehêlin hikûmet sûcên xwe yên li dijî jinan veşêre

Meclisa Jinan a DEM Partiyê diyar kir ku hikûmet bi xwe ji bûyerên li Şirnexê diqewimin berpirsiyar e û got: “Em ê li dijî polîtîkayên hikûmetê yên ku jinan hedef digrin, bi awayê herî xurt têkoşîna xwe bidomînin.”

Navenda Nûçeyan- Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî bûyera destdirêjiya çawişê pispor ê Tirk li Şirnexê da.

Di daxuyaniyê de ev hat gotin: “Tevî ku tundî û qetlîamên li ser jinan roj bi roj zêde dibin, polîtîkayên şerê taybet ên li ser jinên Kurd bi taybetî bi destên artêşa Tirk a girêdayî hikûmetê jî her diçe zêde dibe. Polîtîkayên şerê qirêj ên desthilatdariya mêrparêz li Kurdistanê bi destên ‘hêzên ewlekariyê’ yên hikûmetê tên meşandin.

‘Em ê bersiv bidin polîtîkayên wan ên qirêj’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser bûyera detdirêjiya çawişê pispor li Şirnexê û wiha hat gotin: “Bûyera li Şirnexê ya tacîza çawîşê pispor ê Tirk jî girêdayî polîtîkaya şerê taybet a hikûmetê ye ku hikûmet bi salan e Şirnexê kiriye navenda van polîtîkayên xwe yên qirêj. Berteka gel û jinan helwesta li hemberî polîtîkayên hikûmetê yên qirêj e. Hikûmet bi xwe ji bûyerên li Şirnexê berpirsiyar e. Ji bo ku hikûmet sûcên li dijî jinan, bi polîtîkayên xwe yên bêcezakirinê rewa dike, ew bi xwe berpirsiyar e. Em ê li dijî polîtîkayên hikûmetê yên ku jinan hedef digrin, bi awayê herî xurt têkoşîna xwe bidomînin. Em ê nehêlin ku hikûmet sûcên xwe yên li dijî jinan veşêre. Li dijî polîtîkayên şerê taybet yên hikûmetê em ê hevgirtin û rêxistinbûna xwe xurtir bikin û bersivê bidin polîtîkayên wan ên qirêj. Em ê li dijî tundiya dewletê ya mêrparêz hevgirtina xwe xurtir bikin û em ê bi hev re jiyana wekhev, adil û azad ava bikin.”