Meclisa jinan a DEM Partiyê: Divê ne Rabîa çete bên darizandin

Meclisa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî hedefgirtina rojnameger Rabîa Onver da û got: “Hûn nikarin jiyana jinên ciwan tarî bikin. Ne Rabîa Onver, divê ev çeteyên li Colemêrgê hatin eşkerekirin bên darizandin."

Navenda Nûçeyan- Li navçeya Geverê ya Colemêrgê duh polîsan avêt ser mala nûçegihana ajansa JINNEWS Rabîa Onver. Hat zanîn ku polîsan bi hinceta ku Rabîa Onver li Colemêrgê nûçeyên der barê çeteyên tiryak û fihûşê de çêkiriye, avêtine ser malê. Li ser medya dîjîtal gelek kesan serdegirtina mala Rabîa Onver û biryara girtina wê dan.

Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî zextên li ser Rabîa Onver daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin kir ku derxistina biryara girtina ya ji bo Rabîa Onver tê wateya rêgirtina li mafê civakê yê wergirtina agahiyan e.

‘Divê çete bên darizandin’

Daxuyaniya Meclisa Jinan wiha ye: “Divê biryara girtinê ne ji bo Rabîa Onver, ji bo yên ku jinên ciwan dikişînin nav tiryak û fuhûşê be. Digel ku îfadeyên şahidan diyar dibe ku jinên ciwan li Colemêrgê di nava tiryak û fuhûşê de asê mane, li hemberî kesên ev sûc kirine û hêzên tarî yên li pişt van kesan bê tevger mayîn, tê wateya şirîkê vî sûcî. Em rayedaran hişyar dikin! Em rê nadin ku jinên ciwan, ciwan û civak bi van amûrên şer ên hêzên paramîlîter û çeteyên hevkar bi jehrî bibin. Em ê îro jî mîna duh bi mezinkirina rêxistinbûna xwe ya jinan, li dijî kesên ku ev sûc kirine, dev ji têkoşîna xwe bernedin. Hûn ê nikaribin jiyana jinên ciwan tarî bikin. Ev çeteyên ku li Colemêrgê hatin eşkerekirin divê bên darizandin, ne Rabîa Onver."