Meclisa Jinan a DEM’ê: Çareserî rêxistinbûna jinan e

Parlamentera Dem Partiyê ya Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş li ser kampanyaya ku Meclisa Jinan a DEM Partiyê daye destpêkirin got ku ew ê li 81 bajaran hevdîtinan bi jinan re bikin û got: “Jehrkuja pergalê rêxistinbûna jinan e.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Sêrt – Meclisa Jinan a Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan Partisi (DEM) xebatên xwe yên di çarçoveya kampanyaya “Em ji bo jiyana azad û wekhev îsrar dikin û xwe bi rêxistin dikin” de didomîne. Di çarçoveya kampanyayê de dê bi jinên ji beşên cuda re hevdîtin werin kirin, ji pirsgirêkên jinan re çareserî werin dîtin.

Jinên ku armanca wan ew e xeta rêxistinkirin û têkoşînê berfirehtir bikin, li dijî şer jî hewl didin tifaqa xwe ya mezin ava bikin.

Têkildarî kampanyayê em bi parlamentera DEM partî ya Sêrtê, Sabahat Erdogan Saritaş re li ser şîdeta ku rojên dawî li dijî jinan zêde bûye, qetliam, pergala mêtinkar û li dijî polîtîkayên şerê taybet, li ser girîniya rexistinûnê axivîn.

‘Em ê li dijî şîdeta mêr li her derê bin’

Sabahat Erdogan Saritaş got ku naveroka kampanyayê berfireh e û gelek mijaran di nava xwe de dihewîne û ev nirxandin kir: “Dema kampanyayê dê 6 meh be lê ev destpêk tenê dê starta rêxistinkirinê be. Piştî 6 mehan, di bin sernavê mijaran de em ê xebatên xwe bidomînin. Li dijî aqilê mêr û şîdeta ji ber serdestiya mêr, em ê li her derê bin. Weka ku me got, gelek mijarên kampanyaya me hene. Hinek ji van sernavan; xizaniya jinan, rejîma qeyûm, polîtîkayên şerê taybet, şer û jin û qirkirina xwezayê û krîza aborî. Hem di warê civakî, hem çandî hem jî aborî de hemû mijarên ku bandorên neyînî li jinan dikin me girtiye rojeva xwe.”

‘Li dijî polîtîkayên êrişê ya herî girîng rêxistinbûn e’

Sabahat Erdogan Saritaş diyar kir ku ew ê rêxistinbûnê mezin bikin, li dijî pirsgirêkên civakî li ba jinan û gelan bin, li wan guhdarî bikin û li ser hûrgiliyên kampanyayê wiha got: “Em dizanin ku herî zêde jin ji şer, qirkirina xwezayê û şîdetê zirarê dibînin. Pergala mêr jî di vê pêvajoyê de herî zêde li dijî jinên birêxistinbûyî dijminahiyê dike. Naxwaze jin birêxistinkirî bin û dengê xwe derxin. Li dijî van polîtîkayên êrişê yên li dijî jinan, niha ya herî girîng rêxistinbûn e. Em ê li azadî, nasname, xweza û keda xwe xwedî derbikevin. Em ê di pozîsyona ku hem barê jiyanê hildigre, hem rastî mêtinkarî û şîdetê tê de nebin. Em bi îsrara ji bo azadî û wekheviyê, xebata xwe bi hedefa rêxistinkirin û rêxistinbûnê bidomînin û li her derê bin.”

‘Rêxistinbûna jinan bersiva herî di cih de ye’

Sabahat Erdogan Saritaş, diyar kir ku ew ê kampanyayên xwe li 81 bajaran bi hezaran jinan re bimeşînin û got ku bi sernavên; “Li dijî qeyûm, şerê taybet, mêtinkarî, krîz û şer em îsrara ji bo jiyana azad û wekhev didomînin” ew ê rojevê çêbikin.

Sabahat Erdogan Saritaş wiha domand: “Em bi gelek hevgirtiyan re vê xebatê bimeşînin. Armanca me ew e em li 81 bajaran xebata vê kampanyayê bimeşînin. Dema em îro dinêrin dibînin ku gel ji her tiştî bêpar hatiye hiştin. Ji edalet, ked, wekhevî û azadiyê mehrûm maye. Jehrkuja vê pergalê rêxistinbûna me jinan e. Yek jî dînamîkên bingehîn ên me dixe tevgerê ew e ku divê em li dijî faşîzmê û aqilê mêrê serdest xwe bi rêxistin bikin, werin ba hev û têbikoşin. Li ser vî esasî, em ê bajar bi bajar bigerin û mijarên têkildarî jiyanê bigrin rojeva xwe. Li hemû bajaran em ê li ser pirsgirêkên jinan biaxivin, ji bo çareseriya di cih de û rêxistinkirinê bixebitin. Di vê pêvajoyê de em ê bi hezaran jinan re werin a hev.”

‘Em ê bibin xwedî hêza çareseriyê’

Sabahat Erdogan Saritaş, da zanîn ku çareseriya pirsgirêkan dê bi têkoşîna jinan be û wiha bi dawî kir: “Hem li dijî aqilê serdest ê mêr hem jî yê sermayayê em ê têbikoşin. Dema em îro dinêrin, dibînin ku hewl didin jinan ji her derê dûr bixin û di malê de heps bikin. Ji ber wê niha tişta herî girîng ku divê me bikin hevdîtina bi jinan re ye. Bi kampanyayê em ê nîşan bidin ku çareseriya hemû pirsgirêkan, rêxistinkirina jinan e. Kampanyaya me bi vê armancê dest pê kir. Em ê bi mijarên xwe di demek nêz de li her derê bin.”