Meclisa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk navendek xwe li Hesekê vekir
Bi boneya 29’emîn salvegera pakrewan Zeyneb Kinaci ' Zîlan' Meclisa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM navendek xwe li bajarê Hesekê vekir.

Hesekê – Bi boneya 29’emîn salvegera Zeyneb Kinaci bi nasnav Zîlan îro Meclisa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM navenda xwe li kolana navenda Çandî a bajarê Hesekê a kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekir. Di vekirina navendê de rêxistinên jin, sazî û dezgehên jinan û partiyên siyasî amade bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, Cîgira Meclisa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Şêrîn Hesen tekoşêr Zîlan bibîr anî û nameya wê xwend. Şêrîn got: "Şehîd Zîlan di riya nameya xwe de çalakiya xwe bi qîrîna azadiyê pênase kir. Ji bo pêşerojek azad û jiyanek bi rûmet bijîn ev çalakî pêk anî. Tekoşêr Zîlan dibêje “qelenê welat girane û emê dara azadiyê bi xwîna xwe bidin avdan”.
‘Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe guhertin û veguhertinên dîrokî pêk anî"
Berdevka Meclisa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Nûrşan Ferho da zanîn ku Şehîd Zîlan ji bo tevahî jinan pêşeng û parazvana xeta azadiya jin e û wiha got: "Xeta azadiyê bi tekoşîn û fedekariya têkoşer Zîlan û rêhevalên wê diherike û em li ser vê xetê tekoşîna wan dewam dikin. Çalakiya Zîlan di dîrokê de xwedî cihekî girîng û pîroz girt, dîrok bi tekoşîn û berxwedaniya jinan hatiye xemlandin. Rêber Apo tekoşêr Zîlan mamosteya xwe pênase kir û ev çalakî bi xala guhertin û veguhertinê nîşan da.”
Navenda Meclisa Jin a Tevgera civaka Demokratîk TEV-DEM ji aliyê dayika Şehîd Dijwar Hesekê, Ezîza Izo ve hate vekirin.