Meclisa Jin a PYD’ê ya Şehbayê kongreya xwe li dar xist

Yekemîn kongreya Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk Efrîn-Şehba li kantona Şehbayê hate li dar xistin.

Şehba - Di bin diruşmeya "Bi rêxistinkirina jin û civakê misogeriya azadiya Rêber Apo ye" Kongreya Yekemîn a Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê Efrîn-Şehba li kantona Şehbayê hate li darxistin. Kongra li hola navenda Çand û Huner li navçeya Ehdas bi beşdarbûna hemû endamên jin ên partî û saziyan hate li dar xistin.

Hola kongreyê bi wênyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Partiya Yekîtiya Demokratîk hate xemilandin. Kongre bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê axaftina destpêkê ji aliyê endama Meclisa Giştî a PYD'ê Efrîn-Şehba-Heleb Valantîne Ebdo ve hate kirin.

'Jina rêxistinkirî hemû planên dagirkeriyê vala derdixîne'

Valantîne Ebdo wiha got: "Em kongreya xwe ya yekemîn di warê koçberiyê de û ruxmî hemû şertên dijwar ên şer li dar dixin. Ev jî cihê serfirazî û serkeftinê ye. Her wiha kombûna bi sedan jinên tekoşer û rêxistinkirî di vê kongreyê de nameyeke ku tê tekezkirin carek din jin bi rêxistin û felesefeya xwe wê civakê bi rêve bibe û hemû planên dagirkeran vala derxîne. Dewleta tirk a dagirker bi rêya êrîşên xwe dixwaze herêmên me dagir bike. Jinan di van rewşên koçberiyê de roleke rêxistinkirî lîst û mohra xwe li dîrokê da. Di heman demê de ji bo avakirina sîstema Netewa Demokratîk gelek ked da û wê bide jî heya ku digihîne armancên xwe."

'Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin’

Endama Meclisa Malbetên Şehîdan a Efrîn-Şehba Sureye Hebeş jî di kongreyê de wiha axivî: "Em gelek şad in ku hemû jinên bi rêxistinkirî di vê holê de li hev civîne û kongreya xwe li dar dixin. Darxistina kongreyê li Rêber Apo û Partiya Yekîtiya Demokratîk li seranserî Rojava pîroz dikin. PYD'ê bi xwînê pakrewanan bingeha xwe ava kiriye. Di rewşa koçberiyê de rola PYD'ê girantir dibe ji ber partiyek siyasî ye û divê li dijî siyasetên qirker xwe bi rêxistin bike û civakê jî perwerde bike. Divê xebat û tekoşîna me zêdetir bibe ta ku em karibin mafê pakrewanên xwe bidin. Em soz didin ku şoreşa xwe bighînin asta herî jor ji serkeftinê û heya ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger nekin, em ê tu carî terka têkoşîna xwe nekin."

'Ev kongre bersiv e’

Her wiha Endama Koordinasiyona Kongra Star Efrîn-Şehba Gulê Mihemed bi axaftina xwe kongreya Meclisa Jin a PYD'ê pîroz kir û got: "Di dirêjahiya dîrokê de rola jin hatibû binpêkirin û lawazkirin, lê ev kongre dibe bersiv ji hêzên desthiladar re. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dike û civakek azad ava dike. Her wiha wê bi îradeya xwe li hember hemû hêzên dagirkeriyê bi serkeve û ruxmî hemû şertên koçberiyê serkeftinên mezin di dîrokê de dinivisîne."

Paşê rapora kar û xebata Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk Efrîn-Şehba ya du salan ji aliyê endama PYD'ê Yesmîn Doxan ve hate xwendin. Piştre nirxandina kar û xebat ji aliyê beşdarvanan ve hate kirin û kêmasiyên ku di kar de derbas dibin anîn ziman û çareseriya wê bi lêv kirin.

Her wiha di dawiya kongreyê de hilbijartinên endam û berdevkên Meclisa Jin a PYD'ê Efrîn-Şehba hate çêkirin û tê de 7 jin weke endamên Meclisa Jin a PYD'ê Efrîn- Şehba hatin hilbijartin. Navên endamên hatin hilbijartin wiha ne: Wehîda Xelîl, Yildiz Musa, Fatimê El Hisên, Zeyneb Hisên, Hêvîn Hisên berdevka partiyê di Rêveberiya Xweser de Efrîn-Şehba, Leyla Mihemed jî berdevka Jinên Ciwan di partî de û Yesmîn Reşîd berdevka komîteya raghandin û erşîfa partî hatin erkdarkirin.

Kongre bi diruşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" dawî bû.