Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan li ser tecrîda girankirî li Îmraliyê daxuyanî dan

Têkildarî tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Meclisa Jin a Malbatên şehîdan li bajarê Qamişlo daxuyanî da.

Qamişlo-Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999’an de bi komployeke navnetewî dîl hate girtin. Bi vê komployê re dewleta tirk li Îmraliyê tecrîdeke giran li ser fikir û kesayeta wî dide meşandin û nahêle malbat û parêzerên wî pêre bicivin. Têkildarî şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Meclisa Jin a Malbatên şehîdan li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriye li gorîstana şehîd Delîl saroxan daxuyanî da.

Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Meclisa jin a Malbatên şehîdan şêrîn Ehmed ve hate xwendin wiha têde hate gotin: “Em weke Meclisa jin a Malbatên şehîdan hemû biryar û armancên  dewleta tirk der barê girankirina tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Dewleta tirk biryar daye ku şeş mehên din tecrîda li ser Rêber Apo û girtiyên zindana zêde bike. Dewleta tirk bi van kiryarên xwe nahêle ku malbat û parêzer bi Rêber Apo re bicin. Pêwîst e dewletên navnetewî  der barê faşîzma dewleta trik der heqê girtiyan de hesab bixwaze û vê tecrîdê bi dawî bike. Em bang li hemû Rêxistin û saziyê mafê mirovan dikin ku bi erka xwe rabin û zexteke cidî li ser hikûmeta AKP bikin da ev kiryar bidawî bibn. Şerê ku îro dewleta tirk li Kurdistanê dimeşîne armanca wê şikandina vîna Gelê Kurd e bi hemû awayan dixwazin me qir bikin, ev nêzîkatiyên wiha dûrî hemû nirxên mirovahiyê ne û pêwîste bi dawî bibin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Têkildarî tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayikên şehîdan ên ku di daxuyaniyê de beşdar bûn nêrîna xwe anîne ziman û bi mere parve kirin.

‘Ger em bi qasî cîhanekê şehîdan bidin em ê Rêber Apo rizgar bikin’

Şewafa Tahir dayika şehîd Rûken girêdana xwe bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman û wiha nêrîna xwe der barê tecrîda li ser tê meşandin anî ziman: “Em weke dayikên şehîdan vê tecrîdê bi tu awayan qebûlnakin ji ber me ji fikirê Rêber Apo hezkiriye û di mêjiyê xwe de daya rûnişandin. Ger îro ne Rêber Apo xwedî li Gelê Kurd derbiketana em nedibûn xwedî rêxistin û doz. Kiryarên dewleta tirk îro li ser Rêberê me dide meşandin dûrî hemû exlaqên mirovahiyê ye ji ber Rêber Apo mirovekî aşîtîxwaze û cihê wî ne zindanên dewleta tirke. Ger dewleta tirk di vê siyaseta xwe ya qirêj de dewam bike em ê jî di têkoşîn û berxwedana xwe de dewam bikin heya em Rêber Apo azad bikin ku em bi qasî cîhanekê şehîdan bidin.”

Gulê Mihemed dayika şehîd Zîlan bertekên xwe li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman û wiha got: “ Îro di hizûra hemû şehîdên azadiyê de ez ji cihê nirxê pîroz ji goristana şehîdan silavên gerim dişînim ji Rêber Apo re û dibêjim bi doza tere heya dawî. Hemû rengên tecrîda li ser Rêber Abo em qebûlnakin ji ber em weke jin rêhevalên Rêber Apo ne.  Çawa ew xwedî li me derket pêwîste em jî îro bi erka xwe rabin û xweîderketineke mayinde lê bikin. Me zarokên xwe dane vê xaka pîroz da em azad bijîn ne dîsa em bibin koleyên xelkê. Rêber Apo Rêberê têkoşîna meya û têkoşîna me bê Rêber Apo nagihêje dawî. Bijî Rêber Apo tu her azad bijî Rêber Apo tu ji hemû tecrîdan mestirî. ”