Meclisa Gelê Efrîn û Şehbayê: Me biryar da herêma dorpêçkirî vala bikin
Meclisa Gelê Efrîn û Şehbayê biryar da ku herêma ji aliyê çeteyan ve hatiye dorpêçkirin, vala bike. Meclisê diyar kir ku "Derketina me ya ji Şehbayê nayê wateya ku me dest ji berxwedanê berdaye, têkoşîn dê bi awayekî xurttir bidome.”
Navenda Nûçeyan – Meclisa Gelê Efrîn û Şehbayê der barê êrişên li ser herêmê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî herêma Til Rifet û Şehbayê kir. Di van rojan de Hêzên Rizgariya Efrînê ji bo parastina me, berxwedaneke bêhempa nîşan da. Ji bo ku gelê me rastî komkujiyan neyê, ji bo ku kesên bêguneh neyên qetilkirin, me biryar da ku ji herêma ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dorpêçkirin, derkevin.
Em teqez dikin ku derketina me ya ji herêma Şehbayê nayê wateya ku me dest ji berxwedana xwe ya rizgarkirina Efrînê berdaye; lê me di salên dawîn de tevahî mercên zehmet di kampan de tehemul kir û ji niha ve dê têkoşîna me bi awayekî xurttir bidome. Em dê ji bo rizgarkirina xaka xwe û ware xwe ji dagirkeran, hemû hewldanan bikin.
Em spasiya Hêzên Rizgariya Efrînê dikin ku heya dawiyê parastina me kir û ji bo ku em bi ewle û keramet bijîn, fedakarî kirin.”