Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Tetwanê hat avakirin

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Tetwanê bi civîneke çapemeniyê avakirina xwe ragihand.

Navenda Nûçeyan - Meclîsa Dayikên Aştiyê li navçeya Tetwan a Bedlîsê, avakirina xwe ragihand.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wan û Amedê jî tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya ku li Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Tetwanê hat lidarxistin bûn.

Di civîna ku peyama wek Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Tetwanê wê li dijî qeyran û kaosê bi awayekî aktîf têbikoşin hate ragihandin de, di heman demê de  hate diyar kirin ku di hemû çalakî demokratîk ên rojên pêş de werin lidarxistin, dê cih bigrin.

Meclîsa Dayikên Aştiyê ji Tetwan û gundên wê nêzî 30 endaman pêk tê.