Meclîsa Îştar êrişên zayendî yên li dijî jinan şermezar kir

Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li dijî êrişa zayendî ya li Şirnexê daxuyaniyek da û piştgiriya xwe ji bo berxwedana xweparastina gelê Şirnexê ya li hemberî êrîşa zayendî nîşan da.

Mexmûr - Meclîsa Îştar a wargeha Mexmûrê êrişa çawişê pispor Z.Ç. ku li Cadeya Ormanê ya Taxa Dîcleyê ya girêdayî navenda Şirnexê jinekê tacîz kiribû bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî li ber deriyê Meclîsa Îştar bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Jinên wargehê di daxuyaniyê de piştgiriya xwe ji bo berxwedana xweparastina gelê Şirnexê ya li hemberî êrîşa zayendî dan nîşandan. Daxuyanî ji aliyê Endama Akademiya Şehîd Jiyan Bêrîvan Îşlek ve hat dayîn.

‘Êriş li dijî tevayî jinan bû’

Bêrîvan Îşlek wiha destbi axaftina xwe kir: “Em wek jinên wargehê û Meclîsa Îştar li hember hêzên desthilatdar û hêzên ku dixwazin qirkirina çandî pêkbînin nerazîbûnên xwe nîşan dikin û wan şermezar dikin. Li Şirnexê bûyera ku li ser jinekê hatî pêkanîn ne tenê li ser wê jinê, li ser tevayî jinan û îradeya jina Kurd hatiye pêkanîn. Di wê demê de bertek û îradeya gelê Şirnexê ku hatî diyarkirin bixwe bû bersiv ji hemu hêzên tacîz û tecawîzkar re.”

Bêrîvan Îşlek di nava axaftinên xwe de bal kişand ser têkoşîna gelê Şirnexê û wiha got: “Dijmin ji bo ku îrade û vîna gelê Şirnexê binpê bike bi salane dixwaze çanda sîxûrtî, êrîşa zayendî û madeyên hişber bixin nav jin û ciwanan de û bi şerê taybet wana qirbikin. Hemu amûrên xwe yên şerê taybet ji bo ku civaka Kurd û Botanê tune bike bikartînin. Wek Fîrdevs Babat û Sakîne ku rastî destdirêjiyê  hatin ger gelê Kurd nerazîbûnên xwe bidana nîşan dan wê roja îro de li cihên din bûyerên bivî rengî çênedibûn. Li ser vî bingehî duh li Şirnexê li hemu kuçe û kolanan dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî hat bilind kirin. Pêla dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ku li Rojhilatê Kurdistanê bi qetilkirina Jîna Emînî bilindbûyî di roja îro de gihiştiye Şirnex, seranserî cîhan û Kurdistanê. Ji bo wê dema dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ tê bilind kirin, dilê dijmin direcife. Ji ber ku dizane dema jinek serhildêr û têkoşer derbikeve pêş wê hemu plan û projeyên wan yên li ser qirkirina civakê û gelê Kurd vala derbikevin.”

‘Divê li her cihî dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bê bilindkirin’

Bêrîvan Îşlek di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Dema ku gava serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ hat avêtin, divê li her cihî ev gav were avêtin û dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bê bilindkirin. Em jî wek jinên wargeha Şehîd Rustem Cudî bi her awayî piştgirî didin serhildana li Şirnexê.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hat berzkirin.