“Me yê bê dudilî parastina xwe ya rewa bikira”
Welatiyên Amedê yên li ser qetilkirina jinan ku her diçe zêde dibe û li dijî tundiya li ser jinan a Tirkiyeyê axivin, diyar dikin ku sedema herî mezin a kuştina zêde polîtîkaya bêcezatiyê ya dewletê ye. Dema gel dixwaze tedbîrên meyînde yên li dijî tundiyê werin girtin, jin dibêjin li hemberî şîdetê bêyî ku dudilî bijîn dê mafê parastina xwe ya rewa bi kar binin.
Amed- Zêdebûna Hemû kuştin û tundi tujiya li hemberî jinan ya li Tirkiyê ye, me li kolanan ji welatiyên Amedê pirskir. Welatiyên ku em mîkrofonên xwe dirajî wan dikin serdema herî mezin a zêdebûna qetilkirinên jinan pergala dadwerî û bêcezatiya li welat nîşan dikin
Merve Akkuş: Xweparastin mafê herî xwezayî yê mirov e
Ev rewş ji bo me êdî bûye rewşek asayî. Mixabin tenê ne ji bo me, ji bo her kesê ku li Tirkiyeyê dijî bûye asayî. Dema ku em di nûçeyan de dibinîn em êdî şaş namînin. Sedema herî mezin a vê yekê pergala dadgehê ye. Edalet bi tu awayî bi rêk û pêk nay meşandin. Ji bo vê yekê, pewîst e ji sûcdaran re ceza zêdetir werin dayîn. Lê mixabin, her tişt bi gotinê dimîne. Ji ber ve hêvî nakim ku welat qirkirina jinan bi dawî bibe. Ger êrîşê min bikira, min ê pêşî têlefonê hembêz bikira û banga alîkariyê bikira lê heke ev derfeta min tunebûya, min ê bi awayekî lez mafê xweparastinê bi kar bianiya. Her wiha ez bang li hemû jinan dikim ku di vî warî de mafê xweparastinê bi kar bînin. Ez difikirim kesên ku mafê xweparastinê bi kar tînin divê neyên cezakirin. Xweparastin mafê herî xwezayî yê mirov e. Bi qasî ku ez li ser nûçeyan dibînim û pir ecêb dimînim ev jinên ku mafê xweparastina li dijî mêrê ku li hemberî wê şîdet pêk tîne, dike tên cezakirin. Di rewşên wiha de tişta ku were kirin tenê ev e.
Ali Taş: Daraz adil nîn e
Ez ji bo jinan pir xemgîn im. Mêren bi vî awayî pêwîst e werin cezakirin lê belê bi awayekî zû tên berdan û dîsa li dijî jinan şîdetê dikin. Daraz adil nîn e. Divê ew cezayê herî mezin bidin mêran. Tenê bi vî tiştî pêşî li vê tundiyê bigrin. Ger ez îro li kolanê jinek şîdet dibîne bibînim, ez ê mudaxele bikim. Lê ji destê min pir tişt nayê, tu tiştek bibêjî dê bibêjin pirsgirêkek malbatê ye. Divê di vê mijarê de dewlet gavan bavêje û mudaxele bike.
Bengînûr Abûr: Mêrên ku şîdetê li jinan dikin nayên cezakirin
Kesê ku li hemberî min şîdet bi kar bîne ez ê beramberê wî bisekinim. Ger pêwîst bike ez ê mafê xweparastinê ji bi kar binîm û wî bikujim. Çawa ku çavên wan kor dibe û dixwazin min bikujin, bêguman ez ê jî ji bo nemirim xwe biparêzim. Ger zarokek min hebe pêwîst e ez wê jî bifikirim. Li welatê me tiştek bi vî rengî heye, dema ku jin rastî şîdetê tên ji hevjînê xwe ditirsin. Dibejin “ Ez ê herim qereqolê gilî bikim” lê nikare bike. Pirsgirêka herî mezin a li Tirkiyeyê mêrên ku şîdet li jinan dikin nayên ceza kirin. Îro li Tirkiyeyê edalet ji bo jinan nîn e, ew ji tirsek mezin dibin de ava dike. Dibe ku rojek were serê min. Ger zarokek min jî hebe ez bimrim, kî dê wê xwedî bike. Piştî doza Kadir Şeker, mirov hemû tirsiyan. Dibe ku di destên min de amûrên birînê hebin, ez jî bikujim lê ji ber ku li Tirkiyeyê edalet nîn e dibe ku ez jî werim cezakirin. Pêşerojek min jî heye, ji ber vê yekê dibe ku dilê min ne rehet be.
Kubra Kalkan: Jin di nava kaosê de dijîn
Ger sibê kesek li hemberî min şîdet bi kar bîne, ez jî mafê xwe ya parastina rewa bikar binîm. Yê ku beranberê min, min bikujê ezê temaşê bikim. Ji bo naxwa û ji bo parastina xwe hemû tiştê bikim. Di vê pêvajoyê li Tirkiyê adelêt nine, bi taybet ji bo jinan qet tunê ye. Jin pir bêparastinê. Pêwistê li daraza bingehîn de, qanûnên nû yên di derbarê jinan de werin lidarxistin. Em îro der barê jinan de pir tişt dibihîsin lê hin zêdetir tişt hene nehatine bihîstin. Niha hemû jin di nava nerehetiyê de dijîn. Ger niha jinên li vir bi şîdetê re rûbirû biminin ez ê mudaxele bikim. Ez tu carî nikarim vê rewşê qebûl bikim. Dibe ku di mijarên wiha de dilê dadgehê rehet be lê tu caran wijdanê min rehet nabe. Weke jin ez nikarim vê yekê qebûl bikim. Ji bo vê şîdetê çi ji destê jinan were pêwîst e bike. Bila serî li hemû komeleyan bidin lê malbat pêşiya wan digre.
Vesîle Dînç: Di kuştina jinan de sûcê herî mezin ê dewletê ye
Di kuştina jinan de Sûcê herî mezin yê dewletê ye. Pêwîst e jin dev ji giliyên xwe bernedin. Ger şîdet hebe divê jin li hemberî wê bêdeng nemînin. Ger ez cihê dewletê de bûma, min ê li ser jiyana jinên ku gilî dikirin lêkolîn bikira. Mêr li derve karek dikin lê jin li hundir deh karan dikin. Ew dibêjin "kuştina mirovan ji bo namûsê" ye lê ji ber mejiyê wan tune yê mêr mirovan dikujin. Tiştek ku li jin û li heywanan nekirine tune ye. Pêwîst e ev rewş demek herî nêz were çareserkirin.
Yılmaz Aslan: Divê mêr xwe perwerde bikin
Destên ku ji bo jinan radibin divê werin şikandin. Êrîşkirina jin ne zîlamtî ye. Divê mêr xwe bixin şûna jinan. Divê mêr xwe perwerde bikin û hişmendiya xwe biguherînin. Divê dewlet di vê nuqteyê de cezayek giran bide. Ger di demê de ceza hatiba dayîn, ew ê nehatiba vê rewşê. Ji ber ku cezayê pêwist nehat dayin , em niha di vê rewşê de ne.
Zehra Çelîk: Edalet mêran tercîh dike
Her cûre şîdeta li dijî jinan belav bûye. Dewlet çavê mêran natirsîne. Mêr têne dûrxistin distinin û bi ti awayî natirsin. Ji ber tevdîrên bi vî rengî nehatine girtin dawî qirkirina jinan nay. Divê ev nebe ya ku em jê re dibêjin edalet. Diyar dibe ku edalet mêran tercîh dike. Ji bo sekinandina mêran tiştek nayê kirin. Polîtîkayên ku bi berdewamî hewl didin jinan ji derdorê bikişînin hene, lê ew mêr jî ceza nakin. Mînaka herî hêsan ew e ku dema jin bixwaze berdanê bike, ew nikare bi salan berde.