"Me di malên me de qetildikin"
Dewleta tirk bi obîsan Kobanê û gundewarên wê topbaran kir, di encamê de jin, zarok her kes hatin hedefgirtin. Jinên birîndarên şahidê buyerê wiha gotin: "Em di malê xwe de tên qetilkirin û zarokên xwe winda dikin."
Kobanê – Duh ber bi nîvrojê dewleta tirk bi obîsan Kobanê û gundewarên wê dan ber topan. Di encamê de malên gel hatin hedefgirtin, di serî de jin û zarok hemû welatî hedef girtin. Di heman demê de gundewarên Girê Spî Bîr Ereb, Xan, Serzorî, Kultep, Cirin, Solan, Erêda, li gel gundên Kobanê Qeremux û Elî Şar hatin topbaran kirin. Di encama toparanê de welatiyekê jiyana xwe ji dest da û 11 kes jî birîndarbûn. Navê birîndarên ku piraniya wan jin û zarokin wiha ne: Navîn Şikrî Beşar 25, Mazlum Bekir Teybû 36, Cîhan Mele Osman Salih 25, Mihemed Behai Dîn Elî 35, Besna Salih Henîfî 24, Şêrîn Seîd Henîfî 27, Girîla Celal Ebdullah 36, Ebdo Mistefa Henîfî 4, Yawer Ibrahîm Henîfî saleke û şeş meh, Hemud Metir El-Gafilî 5, Edil Kêtikanî 30 û Ibrahîm Şirîf ê ji gundê xanê jiyana xwe ji dest da. Li navenda Kobanê jî sê cihan xistin. Jinên ku birîndar û bune şahidê bûyeran ji ajansa mere axivîn.
"Ez û zarokê xwe bûn hedefa topbaranê"
Şêrîn Henîfî ya ji gundê Qeremuxê ya ji lingê xwe birîndar bû teqez kir ku dewleta tirk dixwaze tirsê di nava gel de çêbike û wiha pêde çû: "Ez ji Gundê Qeremuxê me, navê kurê min Yawere, temenê wî salek û şeş mehin, em her du jî di lingê xwe de birîndar bû. Em li malê runiştîbûn, hew me dît ku obîs bi ser me de hatin û her yek ji me bi cihekî de çû. Li derdora min dengê zarokan hat lê ez li ser hişê xwe bûm. Dema min deng bihîst û duman rabû, hew min dît ku zarokê li ber çavê min lingê wî pêva badibe. Her dem dewleta tirk dibêje ez sivîlan hedef nagrim, lê îroj em hemû sivîlin û di mala xwe de bûn, me bi wan çi kiribûn ku em û zarokên xwe wiha perîşan bibin. Ev ne cara yekemîn ku dewleta tirk gundê me hedef digre, ne em tenê hemû gundên li ser sînor ji aliyê dewleta tirk ve tên hedefgirin, ên dibin qurbaniya van gefan jî emin, gelê vê herêmê ne."
"Em di nava xwînê de man"
Necah Henîfî bûyera bi çavên xwe dîtî wiha rave kir: "Ez li mala xwe bûm, min dît ku dengê obîsan hat û di hundir mala bavê min de ket, paşê min dît jineke birîndar di nava xwînê de maye û zaroka wê jî ji destê firiya ye. Jineke din destê wê birîndar bû, ya din di ling û zikê xwe de birîndar bû. Ev bi xwe komkujîbû, dewleta tirk her tim me hedef û zarokên me dide kuştin. Em di mal de bi hevdûre diaxivîn û me cimeta xwe girtibû, ev bûyer ne di bala me de bû. Em li ser sanî û deqeyan dijîn, ev wek peyam dewleta tirk dide ku xofekê bixe nava dilê gelê herêmê da ku koçberiyê di nava gel de bide çêkirin û şerê derunî di nava gel de belav bike."
"Em di nava metirsiyê de dijîn"
Nur Şikrî Beşar ya di navenda bajarê de ji lingê xwe birîndar bû, diyar kir ku dewleta tirk bi van bûyeran jiyana gelê herêmê dike nava metirsiyê û wiha dom kir: "Ez û zarokên xwe li rex mesrefê bûn, min carekê dît ku dengeke hat, pêre min dît lingê min bi şezeya obîsê birîndar bû. Zarokê min jî di piyê xwe de birîndar bû. Gelek kes ji ber van bûyeran birîndar bûn, hin ji wan rewşa wan xetere û hin ji wan jî başin. 5-6 obîs li Kobanê bi xwe ketin, ji bilî gundên Girê Spî û Kobanê, di her bûyerkê de jin û zarok dibin qurbaniya van şer û bûyeran."