'Me bihîst ku birêz Ocalan di dema serdana CPT’yê de derneketiye hevdîtinê’

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din daxuyanî da û wiha got: “Agahî hatin ber destê me ku di serdana CPT’yê ya di îlona 2022’yan de birêz Ocalan derneket hevdîtinê.”

Stenbol- Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, têkildarî pêkneanîna hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdê de ye û girtiyên din de daxuyaniyek nivîskî da.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî tecrîda girankirî û nebûna agahiyên der barê Rêberê PKKK’ê Abdullah Ocalan de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî bi sernavê “Daxuyaniya têkildarî mercên tecrîda li Îmraliyê” hat weşandin û ev tişt hatin gotin: “Muwekîlê me birêz Abdullah Ocalan ji Sibata sala 1999’an heta niha, muwekîlên me yên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî ji Adara sala 2015’an heta niha li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên girtin. Şert û mercên ku muwekîlên me tê de ne, li dijî mewzûatên navneteweyî ne û nikarin ji tu mafê xwe sûdê bigrin.” Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku tevî hemû serlêdanên ji bo van binpêkirinan jî tu mafên qanûnî yên miwekîlên wan nehatine bicihanîn. 

 

Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya têkildarî mijarê wiha ye: “Muwekîlê me birêz Abdullah Ocalan ji sibata 1999’an heta niha, muwekîlên me yên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî ji Adara 2015’an heta niha di Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê ku girtîgeheke di nava giravê de ye tên girtin. Şert û mercên girtina wan a ku li wê derê li ser wan tê ferzkirin, derveyî mewzûata neteweyî ye û nikarin sûdê ji tu mafên xwe yên bingehîn bigrin. Ligel ku der barê vê mijarê de gelek caran ji aliyê me ve serlêdan û gilî hatine kirin jî mafên zagonî nehatine pêkanîn. Têkiliya fizîkî ya herî dawî ya ku bi wan re hatiye danîn, hevdîtina malbatê ya di 3’yê adara 2020’an de ye. Ji wê rojê heta niha destûr nehatiye dayîn ku têkiliyeke fizîkî pêk bê. Encax salekê piştî vê hevdîtinê, di encama spartina şert û mercên awarte, di 25’ê adara 2021’ê de tenê ji bo carekê derfet hatiye dayîn ku bi riya telefonê hevdîtinê pêk bînin. 

‘Li dijî nirxên hiqûqî yên navneteweyî ye’

 

Muwekîlên me Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş bi armanca şermezarkirina rewşa tecrîdê, derneketin hevdîtina bi riya telefonê. Hevdîtina birêz Ocalan a bi birayê xwe re pêk anî jî di nîvê de hat birîn û hatiye bidawîkirin. Piştî vê rewşa têkilîdayîna bipirsgirêk, xwegihandina tu agahiyên ku hatine teyîdkirin mimkin nebûye. Piştî vê hevdîtina ku me behsa wê kir, 20 meh di ser re derbas bûne, me bi miwekîlên xwe yên bi temamî ji cîhana derve hatine qutkirin, hevdîtin nekirine. Ev yek çawa ku li dijberî nirxên hiqûqî yên navneteweyî û mewzûata neteweyî be, di heman demê de tê wateya îşkence û kiryarên xirab. Bi armanca ku em balê bikşînin ser encamên heyî yên vê kiryarê yan jî encamên dibe ku rû bidin û ji bo telafîkirina wê, di nava vê demê de li gel ku gelek hewldanên me çêbûne jî mixabin pêkan nebûye ku encamek bê girtin.

Mekanîzmayên venihêrtinê bêbandor in

 

Me ji bo Saziya Venihêrîna Giştî, Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê, Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê, Wezareta Dadê û şaxên wê yên têkildar ên ku mekanîzmayên zagonî yên venihêrîn û lêkolînê ne û gelek saziyên civakî yên sivîl serlêdan kirin. Her wiha, serlêdanên me ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û yekeyên wan ên jêr ên ku li dijî îşkenceyê hatine sazkirin çêbûn. Serlêdanên me bi gelemperî bêbersiv hatine hiştin, bi vî rengî vala hatine derxistin û encameke ku pêkanînên tecrîdê biguherîne derneketiye holê. Ji vî alî ve divê em bi bîr bînin ku wezîrê dadê yê demê, di sala 2019’an de, piştî pejirandina serdana endamên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) diyar kiribû ku li ber pêkhatina hevdîtinan tu rewşeke ku bibe asteng nîn e. Wê heyamê, ji aliyê raya giştî ya demokratîk ve mafdariya têkoşîna ku bi şêwaza greva birçîbûnê bilind bûbû hatibû pejirandin. Bes, hewce ye em bendewariya xwe destnîşan bikin ku divê derdorên têkildar soza xwe ya ku digotin ev yek pirsgirêkeke hiqûq û demokrasiyê ye, ji ber vê yekê ew ê têkoşînê dewr bigrin bînin cih. 

20 meh in nikarin agahî bigrin

Hem di mewzûata neteweyî de û hem jî di hiqûqa navneteweyî de ne pêkan e ku girtîgehek bi tevahî ji cîhana derve re bên girtin. Saziyeke ceza û înfazê ya ku ji serdanên parêzer û malbatan re girtiye, mafê danûstandina bi nivîskî û telefonê nayê pêkanîn divê nebe. Nabe ku têkiliya girtiyekê/î bi tevahî bi parêzer re bê astengkirin û pêdiviyek hiqûqî ye ku di her şert û mercan de destûr bi riya têkilîdayînê vekirî bimîne. Lê bele, tevî vê yekê, ev bû 20 meh ku em nikarin tu pêwendiyan bi muwekîlên xwe re deynin. Li gorî pêwîstiya zagonî, raporên der barê Îmraliyê de yên ku ji aliyê Lijneyên Şopandina Girtîhgehan ên Bajêr ên ku divê 2 mehan carekê biçin serdana girtegehê û di cihê xwe de çavdêrî û tesbîtên xwe bikin rapor divê bi raya giştî re bên parvekirin. Lê nayên parvekirin. 

Bi biryarên polîtîk 20 meh in agahiya me ji muwekîlên me tune ye

Em der barê tu geşedanên têkildarî şertên muwekîlên xwe de xwedî agahdar nîn in. Em nizanin  muwekîlên me xwe digihîjînin agahiyan an na, pirtûkên ku ji wan re tên şandin rastî sansur û sînordarkirinê tên an na, rojnameyên rojane û kovar di çend rojan de digihîjin ber desten wan, xwe digihîjînin televîzyon û radyoyê yan na. Li gel vê; em xwedî agahî ne ku ji ber sedemên cezayên rêzkariyê yên ku wek sedema qedexekirinên serdanê tên nîşandayîn mudaxele li mafên çalakiyan ên hevpar hatiye kirin. Di raporên CPT’yê de jî hatibû destnîşankirin ku cezayên rêzkariyê yên hatine dayîn ‘xapînok’ in û nayên pejirandin. Bi kurtasî, bi arasteyên derveyî hiqûqê û bi biryarên polîtîk vaye 20 meh e agahiya me nîn e ku birêz Abdullah Ocalan û muwekîlên me yên ku di heman girtîgehê de dimînin rastî kîjan kiryaran tên û şert û mercên wan ên şênber çi ne. 

Rayedarên CPT’yê bersiva pirsên me nedan

Di vê pêvajoyê de ji bo ku fikarên me yên der barê tecrîda heyî de ji holê bên rakirin têkiliya watedar tenê serdana CPT’yê ya ku di navbera 20-29’ê îlona 2022’yan de pêk anîbû ye. CPT, di vê serdana xwe ya ku mijara wê navendên paşveşandinê bû, li gel ku di plansaziya wê de tunebû jî serdana Îmraliyê jî kiriye. Her çiqas ev serdana CPT’yê daxwaza me ya bingehîn be jî beriya pêkhatina vê serdanê, awayê pêkhatinê û geşedanên piştî pêkhatina serdanê ya bi vî awayî fikarên me zêdetir kirine. Ji ber vê yekê CPT bi êrênî nêzî daxwaza me bû û di 13’ê cotmeha 2022’yan de me hevdîtineke rû bi rû pê re kir. Di vê hevdîtinê de, rayedarên CPT’yê der barê şert û mercên muwekîlên me de tu agahî nedan û bersiva tu pirsên me jî nedan.

 

Demek dirêj dê bibe sedema zerarên mezin ku telafiya wan ne pêkan e!

Di hevdîtina me ya ku li derdora 45 deqîqeyan domiya de rayedaran ji bo her pirseke me prosedurên ku CPT girêdayî wan e bi bîr xistin û tenê gotin ku ew ê der barê serdana ku pêk anîne de raporê amade bikin û vê raporê pêşkêşî Tirkiyeyê bikin û encax bi erêkirina Tirkiyeyê re dê bikarin vê raporê bi raya giştî re parve bikin. Em ji tecrûbeyên xwe yên borî dizanin ku ev prosedûr di navbera salek û salek û nîvê de temam dibe. Encax di rewşeke wiha de ku em nikarin tu agahiyan bigirin, demeke wiha dirêj dê bibe sedema zerarên mezin ku telafiya wan ne pêkan e. Helbet, haya me ji hevpeyman û prosedûrên ku CPT girêdayî wan e heye. Lê em vê yekê jî baş dizanin ku ev rewş ne asteng e ku der barê muwekîlên me yên ku 20 meh in em nikarin agahiyê ji wan bigrin de bên agahdarkirin.

Fikarên me zêde bûn

Bi qasî ku agahiya me jê çêbûye, dema ku CPT di îlona 2022’yan de diçe serdana Îmraliyê, birêz Ocalan derneketiye hevdîtinê. Mixabin, di hevdîtina me ya bi CPT’yê re berevajiyê vê yekê nehatiye teyîdkirin. Taybetiya sereke ya serdanên CPT’yê ew e ku bi girtiyan re hevdîtinên taybet dike; piştî vê agahiya hatiye ber destê me, serdana CPT’yê rê li ber nîqaşê vekiriye. Ji ber van sedeman, hem serdana dawiyê ya fiîlî ya CPT’yê, hem jî hevdîtina me ya dawiyê ya ku me bi CPT’yê re pêk anî, li şûna ku fikarên me kêm bike, zêdetir kirine. CPT li gorî pêwîstiya nirxên avabûn û hiqûqa navneteweyî ya ku girêdayî wê ye divê der barê serdana Girava Îmraliyê de ku di nava qada rayeya wê de ye agahiyan parve bike.

Em ê şopdarên vê pêvajoyê bin

Divêtiyeke hiqûqî ye ku dawî li tecrîdê bê anîn û hevdîtinên ku em birêkûpêk bi miwekîlên xwe re bikin û pêşkeşî CPT’yê bikin werin kirin. Bi heman awayî, ji bo ku em micîdiya rewşê ragihînin û bi armanca ku em daneyên di destên xwe de bi birêz wezîrê dadê re parve bikin, serlêdanên me yên ji bo Wezareta Dadê hene. Ji bo ku serdanên parêzeran pêk bên, serlêdanên me bi rengekî birêkûpêk bênavber ji bo Serdozgeriya Bursayê, Dadgeriya Înfazê û gerînendehiya girtîgehê pêk tên. Di vê çarçoveyê de, li gorî pêwîstiya pêkanîna mafên makezagonê û hiqûqa navneteweyî, daxwaz û berg,riya me ya ku divê muwekîlên me demildest bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin, saziyên pêwendîdar bersiveke erênî bidin daxwazên me û wek peywira xwe agahiyên pêwîst bidin me, bi awayekî bênavber didomin. Em vê mijarê, bi baweriya ku her kesên alîgira/ê azadî û mafên bingehîn e, ji bo ku ev rewşa nemirovî ji holê rabe dê hestyariya ku hewce dike nîşan bide û şopdarên vê pêvajoyê bin, pêşkêşî raya giştî dikin.”