Masoumeh a ji tundiyê reviya ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin

Masoumeh a 17 salî ku ji aliyê mêrê di temena xwe ya zarokatiyê de hat zecîwandin rastî tundiyê hat û ji ber vê sedemê vegeriya mala malbata xwe, piştî zexta eşîret ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Qetlîamên jinan li gelek welatên cîhanê bi hincetên cuda tên jiyîn, li Îranê bi awayekî bipergalî di bin navê “namûs” û “parastina rûmeta malbatê” de qetlîamên jinan tê jiyîn. Li gorî rojnamevan Sîna Qalandarî bûyereke ku li Ahwaza paytexta parêzgeha Xuzistana Îranê hat jiyîn parve kir, zarokeke keç ya  17 salî ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin. Kiryar bav cenazeya keça xwe pêça nava betaniyekê û danî ber mala Şêx Taifeh.

Bi zexta eşîret hat qetilkirin

Rojnameger û çalakvan Sîna Qalandarî di tora medyaya ditîjal Twitterê de wiha nivîsand: “ Masoumeh a 17 salî bi zexta malbatê di temenekî biçûk de zewicî. Beriy demekî ji ber tundiya dit, xwe spart mala bavê xwe.  Bavê 45 salî ya Masoumeh, piştî ku zexta eşîretê keça xwe dibin navê 'namûsê' de qetilkir, cenazeyê wê jî anî ber mala serokê eşîrê Şêx Taifeh.”

Hate hînbûn ku kiryar bav pişt re hatiye binçavkirin û li xwe mikur hatiye. Tê parvekirin ku ji ber di îfadeya xwe de gotiye “min ji ber parastina namûs û rûmeta malbata xwe kuşt” tê pêşbinî kirin ku kiryar bav ceza negre.