Maryam Akbarî ji xizmeta tenduristiyê bêpar tê hiştin
Di girtîgehên Îranê de li dijî girtiyên siyasî û aktîvîstan dawî li muameleya “taybet” nayê; daxwaza dermankirinê ya Maryam Akbarî tê redkirin.
Navenda Nûçeyan- Maryam Akbarî ya di Girtîgeha Sêmnanê ya girêdayî rejîma Îranê de “tenê” girtiya siyasî ye, ji ber ku nikare xizmeta tenduristiyê werbigire, roj bi roj rewşa wê xirabtir dibe. Hemû serlêdanên Maryam Akbarî bêbersiv tên hiştin.
Maryam Akbarî ku ji xeynî qels bûna sîstema jêbexşî, ji ber nexweşiyên xwe yên kezeb tedawî dibîne, divê li gorî lîsteya parêza ku bijîjk dane wê bê xwedî kirin, lê tê diyar kirin ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve, ev daxwaza wê cih nay. Ev rewş dibe sedem ku tenduristiya Maryam Akbarî hîn zêdetir xerab bibe.