Marilù Mastrogiovanni: Jîneolojî dikare bibe sîwanekê ku jinan bike yek
Nivîskar, lêkolînvan û rojnamegera ji Îtalyayê Marilù Mastrogiovanni ya ji bo ji nêz ve dîtina Şoreşa Jinan berê xwe dabû Rojava, bal kişand ser girîngiya avakirina tora hevpar a têkoşîna jinan û got ku Jîneolojî dikare bibe sîwanekê ku jinan bike yek.
BÊRÎVAN ÎNATÇÎ
Hesekê – Jineolojî bi xebatên xwe bi qasî ku dibe bingehê parastina destkeftiyên jinan ên şoreşê, di heman demê bala jinên cîhanê dikşîne. Rojnameger, lêkolînvan, nivîskar û di heman demê de mamosteya Zanîngeha Borî ya Îtalyayê Marilù Mastrogiovanni ya ku ji bo li qada şoreşê pêşketinên ku bi Jineolojiyê re di asta civakê de çêdibin ji nêz ve bibîne berê xwe dabu Herema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî çavderiyên xwe bersiv da pirsên me. Marilù Mastrogiovanni bal kişandina ser têkoşîna jinan a gerdûnî dibe û rola Jineolojî ya di vê de û got “Jineolojî dikare bibe sîwanek ku jinan bike yek.”
Marilù Mastrogiovanni her wiha bal kişand li ser tecrîda girangirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşxistina Jineolojiyê ji pêşniyarên wî bûn û got: “Rêber Apo Nelson Mandela yê îro ye.”
‘Bi salan e bi pirsgirêka Kurd re eleqedar im’
Marilù Mastrogiovanni ya got bi salan e ew pirsgirêka Kurd ji nêz ve dişopîne têkildarî naskirina xwe ya têkoşîna jinên Kurd de wiha got: “Ez bi salan e bi pirsgirêka Kurd û bi taybetî rewsa jinên Kurd, şoreşa u tekosina wan, rola wan a di nava berxwedana Kurd de re eleqedar im. Di sala 2016’an de ez û hevalên me yên din beşdarî damezrandina "Foruma Rojnamegerên Jin ên Behra Spî" bûn. Ev 9 sal in di çarçoveya vê forumê de ez bi rojnamevanên din re, bi rojnamevanên Giulia (yekitiyeke rojnavevanen jin li Italya) re, bi zanîngeha Barî û gelek saziyan re panelan ji bo nîqaşkirina doza kurd û bi taybetî jî rewşa jinên kurd û rojnamevanên Kurd li dar xistin. Ji ber vê yekê em dawet li rojnamevan û çalakvanen Kurd ên ji parçeyên Ewropayê dikin û min bi vî rengî xwe nêzî Jineolojiyê kir.”
Têkiliya Jineolojiyê bi tevahî qadên jiyanê re
Marilù Mastrogiovanni ya anî ziman ku piştî naskirina têkoşîna gelê Kurd û xwendina nivîs û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew bandor bûye wiha domand: “Beriya her tiştî nivîsên şehîdên jin pir bi bandor bûn. Li gori min, şiyana wan a ji bo vegotina xwe bi rengekî otobiyografîk pir bi bandor e, û min dît ku teknîka wan çawa pir nêzikî teknîka vegotina xwe ya bi navê xwenasîna femînîstên cudabûnê ye. Femînîzma cudahiyê ya ku min ji ciwantiya xwe pê ve perwerde kiriye ye û ji ber vê yekê vê nêzîkbûnê ez meraq dikim. Bi salan e ku ez wekî rojnamevanek lêkolîner bi ekolojî, bi taybetî mafên jîngehê, dadweriya hawirdorê û çawaniya girêdana wan bi cûrbecûr zordestiya li ser gel û kêmneteweyan re mijûl bûm û di vê yekê de min têkiliyek xurt bi Jineoloji re dît.”
Pêwendiya Jineolojiyê bi pedagojiya veguherîna civakê re
Marilù Mastrogiovanni got ku pêwendiya di navbera nivîsandinê de wek teknîka zanînê, têkiliya hembiyotîk a di navbera femînîzm û mafên jîngehê û dadweriya hawirdorê de, ji nû ve vedîtina zanîna xwezayê wê ber bi lêkolînkirina Jineolojiyê ve kişandiye. Marilù Mastrogiovanni wiha got: “Ez niha di perwerdeya taybet de, bi nêzîkatiyeke sosyolojîk, doktoraya xwe didim. Di vê lêkolînê de min pêwendiyeke din a bi Jineolojiyê re weke pedagojiya veguherîner a civakê dît. Ez bi vî rengî ya ku jineoloji pêşkêş dike pir eleqedar im. Lê ev ji nêzîkatiyek wêdetir, projeyek siyasî ye û ji ber vê yekê, perwerde, zanîn, pedagojî wekî pirojeyek siyasî ya şoreşgerî û di heman demê de pratîka şoreşa guhertina civakê tê hesibandin, ji bo min ronahîkirinek bû. Ji ber vê yekê min nêzîkatiya Jineoloji xistiye nava nivîs û lêkolînên xwe.”
‘Jineolojî bersiva gelek pirsan e’
Marilù Mastrogiovanni ya got “Ez di wê baweriyê de me ku Jineoloji bersiva gelek pirsên ku ji aliyê cureyên din ên nêzîkatiyên femînîst ve hatine vekirin e” çavderiyên xwe yê derbarê Jineolojiyê de wiha vegot: “Di Jineoloji de ez bersiva pirsên ku ji aliyê nêzîkatiyên din ve hatine vekirin û bi taybetî jî ji aliyê nêzîkatiya dekolonyal û interseksyonel ve di femînîzma jinên Afrîkaya Başûr de hatine vekirin dibînim. Lê Jineoloji li gorî min tiştekî din heye. Ji bo her kesî bibe pêşniyarek siyasî. Ji ber vê yekê Jîneolojî dikare bibe sîwanek ku jinan bike yek. Lê li gorî min şoreşeke hîn mezintir ku dikare bi xwe re bîne ew e ku modeleke nû ya demokratîk û civakî pêk neyê, eger em ji mafên jinan û hilweşandina baviksalarî dest pê nekin.”
Marilù Mastrogiovanni wiha domand: “Di vê wateyê de hemû cureyên mêtîngeriya ku baviksalarî çêkiriye, kapîtalîzm, neolîberalîzm û hemû tiştên girêdayî wê analîz bikin. Baviksalari li ser jinan zordestiyê dike lê ji ser mêran jî zordestiyê dike. Jineoloji rê dide me ku em ji mafên her kesî dest pê bikin bibin xwedî amûrên hilweşandina baviksalarî. Ji jinan dest pê dike lê ji bo her kesî, ji bo jinan û ji bo mêran çareseriyek e.”
Pêdiviya avakirina konfederalîzma jinan
Têkildarî girîngiya avakirina konfederalîzma jinan a demokratîk ya cîhanî û rola Jineolojî di vê derbarê de jî Marilù Mastrogiovanni wiha got: “Di derbarê konfederalîzma gerdûnî ya jinan de, ez difikirim ku amûrên Jineoloji ji çandên ku tê de ne, dikarin bibin faktorek hevpar, ji ber ku ew (alavên Jineoloji) xwedî şiyana pêşxistina çanda gelên ku jineolojiyê bikar tinin. Ji ber vê yekê ji xwe, ji çanda xwe dest pê bikin, pratîkên nû yên azadiyê pêş dixin. Ev yek jineoloji dike amûrek gerdûnî ya derbasdar, ji ber ku ew nerm e û xwe bi çandên cûda re vedigire.”
Gerdûnîbûna Jineolojiyê
Marilù Mastrogiovanni got: “Ez di wê baweriyê de me ku di dîrokê de heta niha paradîgmayeke femînîst a bi vî rengî ya bi tevahî ji bo hemû çandan û ji bo her cure zayend, meyla zayendî û kesayetiyê derbasdar nebûye. Ji ber ku ji kesayetiya her kesî dest pê dike û jê re rêz digire. Jineoloji ji me dipirse ku em xwe bipirsin ka em kî ne, em ji ku hatine û bi vê yekê pratîkên xwe pêş bixin û bi yên din re, di pêwendiyek ku her dem di herikandinê de ye, xwe ji nû ve keşif bikin. Ez di vê cure girêdanê de, di şexsiyeta xwe de, di eslê xwe de kok dibînim, gerdûnîbûna Jineolojiyê dibînim.”
‘Rêber Apo Nelson Mandelayê îro ye’
Marilù Mastrogiovanni têkildarî tecrîd û îşkenceya ku li pergala Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ê fikrê Jineolojiyê pêşkeş kiriye, didome, wiha got: “Ez di wê baweriyê de me ku Rêber Apo Nelson Mandelayê îro ye û di asta navneteweyî de li hemberî tiştên ku hatine serê Rêber Apo û tên kirin, şermeke mezin heye. Bêdengiyek mezin. Hemam deme de, gelek civakên çalakvan hene ku gelek caran daxwaza berdana wî dikin. Ji bilî bêdengiya hema bêje tevayî ya li hemberî tecrîda girankirî li ser wî, li hemberî zilm û zordariya li ser gelê Kurd jî hema hema bi tevahî tecrît û bêdengiyek heye. Tişta ku ez li vir dibînim li ber çavê her kesî li hemberî gelê kurd sîstemeke rast a apartheîdê (cihêkariya netewî) heye. Ev di vê yekê de gelek dişibe tiştên ku bi serê gelê Filistînê de qewimîne û diqewimin. Dizikirina ax, av, dar, xaniyan, mafê jiyana li axa ku lê ji dayik bûye û ji ber vê yekê jî li ser bingehên exlaqî û çandî veqetandin.
Ev jî bi sedemên siyasî û çandî ve girêdayî ye. Ji ber ku teoriya konfederalîzma demokratîk li ser bingehê jiyana aştiyane ya gelan, çand û olan e. Ji têgeha netewe dewleta modern wêdetir û li ser esasê tinekirina baviksalarî hatiye avakirin. Ji bo her cure sîstemeke ku em têdikoşin, sistema dewletê viya weke xeteriyekê mezin dibîne li hemberî xwe. Niha ku ez li vir im ez baştir fem dikin sedemên bêdengiya dewlet û saziyên navdewletî, li hemberî pirsgirêka Kurd çi ne. Ez bi çavên xwe dibînim ka çi dibe. Ruxmê qutkirina avê jî gel li vir e. Dixwaze li xaka xwe bijî. Ji bo jiyana xwe bidomîne formên rêxistinbûyîna demokratîk dibîne. Pêşniyara wan a siyasî bi rastî pir bi hêz e û li ser bingeha nirxên gerdûnî ye ku nayên paşguh kirin.”
Marilù Mastrogiovanni bi vê bangê dawî li axaftina xwe anî: “Weke rojnamevan, mamosteyê rojnamegeriyê û xwendekarê masterê, ez dixwazim bang bikim ji bo her kes, bixwînin, fêr bibin, ji tiştên ku ji hêla agahdariya dewleti ve ji me re têne pêşkêş kirin têr nebin. Kûrtir biçin, çîrokên mirovan ji dengê wan guhdarî bikin ji ber ku ev jiyana we diguhezîne û erka me heye ku em wiya bikin.”