Ji ber piştgirî da mafên jinan 11 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn

Li Erebistana Suudî der barê parêzvana mafên jinan Manahel al-Otaibî de ji ber di hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de der barê mafên jinan de parvekirin kiriye hatibû girtin 11 sal cezayê girtîgehê hat birîn.

Navenda Nûçeyan- Li Erebistana Siûdî parêzvana mafên jinan Manahel al-Otaibî bi hinceta ‘tercîha cilan û piştgiriya ji bo mafên jinan’ hat zanîn ku ji aliyê Dadgeha têkoşîna li dijî terorê ve 11 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.  

Li gorî nûçeya rojnameya The Gauardian; di daxuyaniya ku nûnerên Erebistana Siûdî, komîseriya bilind a mafên mirovan a Netewên Yekbûyî (NY) daye de, piştrast kir ku Manahel al-Otaibî di 9’ê Çileye de bi sedema ‘sûcên terorê’ cezayê girtîgehê girtiye.

 Di sala 2022’an de hatibû girtin

Mamosteya werzîşê û hunermend Manahel al-Otaibî ji ber ku der barê bihêzkirina jinan de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parvekirinan dikir, di Mijdara 2022’an de hatibû girtin. Li dijî Manahel al-Otaibî ‘belgeya sûc’ li welat quralên ku li ser jinan hîmaya mêr pêk tînin bi daxwaza rakirinê ku bikaranîna etîketa ‘civak amade ye’ parvekirin cih digre.

Xwişka Manahel al-Otaibi Fouz al-Otaibî, berê ji ber sûcên ‘bi awayek rêk û pêk cil li xwe nake’ beriya were binçavkirin ji welat derketibû. Xwişka wan an din a parêzavana mafên jinan Meryem piştî hat girtin di sala 2017’an de hatibû berdan.