Mamosteyên zimanê Ermenî: Girîng e her kes li her derê bi zimanê xwe biaxive
Mamosteyên Zimanê Ermenî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî pîroz kirin û teqez kirin ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser de gelê Ermenî û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne xwedî nasname.
RONÎDA HACÎ
Hesekê - Ziman û çand, du hîmên bingehîn ên gelan in. Ji bo gel nasnameyên xwe diyarde bikin, kedeke bêhempa hatiye dayîn û heta îro jî tê dayîn. Di sala 1999’an de Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ji bo piştgiriya rengîniya çandî û pirzimaniyê, 21'ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê qebûl kir. Lê piştî avakirina pergala yek al, yek ziman û yek çand, di her dewletek de yek zimanî bi fermî hat qebûlkirin. Ruxmî hebûna hemû pêkhateyan li Tirkiyeyê zimanê Tirkî, li Sûriyeyê zimanê Erebî, zimanê fermî bûn û ev bû sedema helandina nasnameya gelek pêkhateyan yek ji wan gelan jî gelê Ermen bû.
Di Şoreşa Rojava de hemû pêkhateyên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî pergala yek al, yek ziman derketin û pergala Neteweya Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêşkêş kir hilbijartin. Hemû pêkhateyên bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bûn xwedî nasname.
"Bi saya Rêveberiya Xweser em gavên dîrokî davêjin"
Mamosteya Zimanê Ermenî Arşo Berberiyan da zanîn ku ziman nasnameya mirovan diyar dike û wiha pêl da axaftina xwe: "Di destpêkê de em vê rojê li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin. Zimanê dayikê ji bo hemû pêkhateyan girîng e û pêwîst e ji bo zindîkirina zimanê dayikê asta têkoşînê bilindtir bikin. Girîng e her kes li dibistan, kolan, gund û bajaran bi zimanê dayikê biaxive, cil û bergên neteweyî li xwe bike û xwedî li nasnameya xwe derkeve."
Aroş bal kişand ser komkujiya li ser gelê Ermenî çêbû, bû sedema helandina ziman, çand û dîroka Ermeniyan û wiha got: “Beriya 106 salan komkojiya Sêfo bi destên Împeratoriya Osmanî li ser gelê Ermen pêk hat, ew komkujî bû sedema windakirina çand, ziman û dîroka Ermeniyan. Di heman demê de sîstema yek ziman jî bû alîkar ku gelê Ermen zimanê xwe winda bike. Ji ber ku her kes baş dizane di sîstemên dewletan de ji bilî zimanê fermî, axaftina bi zimanên din qedexe ye.”
Arşo spasiya Rêveberiya Xweser kir ku derfet da pêkhateyên herêmê careke din ziman, çand û dîroka xwe zindî bikin û wiha anî ziman: “Di Şoreşa Rojava de pêkhateyên herêmê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de careke din li ser lingên xwe sekinînin. Em weke gelê Ermen ji bo Meclisa Ermeniyan ku bi armanca komkirina gelê Ermen û bi hev re zindîkirina ziman, çand û dîroka Ermenî hatiye avakirin gelek kêfxweş in. Di hundirê meclisê de gelek komîte hene yek jê komîteya perwerde û fêrkirinê ye. Ez wekî mamosteya zimanê Ermenî cihê xwe tê de digrim. Me keç û ciwanên Ermenî fêrî ziman kir gihîşt asteke ku niha ew perwerdeyên ziman didin şagirtan. Rêveberiya Xweser ji me xwest ku em komek ji mamosteyên zimanê Ermenî amade bikin da ku sala 2022’an bi rengekî fermî tevli dibistanan bibin. Em pir kêfxweş bûn bi vê daxwazê, em niha amadekariya koma mamosteyan dikin da xwedî li nifşê pêşerojê derkevin. Bi saya Rêveberiya Xweser em û hemû pêkhateyên bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gavên dîrokî davêjin.”
"Bi naskirina dîrokê em ê pêşeroja azad ava bikin"
Mamosteya Zimanê Ermenî Losîn Erdmiyan roja zimanê dayikê pîroz kir û wiha pê de çû: “Ziman nasnameya mirovan diyar dike, ji bo wê xwedîderketina li zimanê dayikê xwedîderketina li nirxên şoreşê ye. Avakirina Meclisa Ermen yek ji destkeftiyên vê şoreşê ye. Em di vê meclisê de zarok, keç û ciwanan fêrî zimanê dayikê dikin. Bi giştî hejmara şagirtan 50 ye. Ya mamosteyan jî 15 ye. Li gel me jî branş hene em li gorî wê perwerdeyên xwe didin. Em ji zimanê dayikê hatibûn mehrûmkirin em rê nadin ku zarokên me jê werin dûrxistin. Pêwîst e her pêkhate dîroka xwe baş nas bike da ku bikaribe pêşerojek azad ava bike.”
Losîn bang li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku xwedî li nasnameya xwe derkevin da ku bi hev re nirxên şoreşê biparêzin.