Mamosteyên KPCD’ê: Êdî rêxistinên mafê zarokan xwedî li erkên xwe derkevin
Mamosteyên Komîteya KPCD’ê bi rêya daxuyaniyekê helwesta xwe li hemberî êrîşên ser dibistanan nîşan dan û hedefgirtina dibistanan şermezarkirin.
Şehba- Dewleta tirk û hevkarên wê di van demên dawî de li seranserî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal û Mexmûr êrîş pêkanîn. Ev êrîş kantona Şehbayê û gundewarên wê kir hedef û dibistana gundê Qeramêl a navçeya Fafînê ji ber êrîşan hilweşiya û zirarek mezin gihişt dibistanê. Li dijî van êrîşan mamosteyên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD) ya herêma Efrîn daxuyanî dan. Daxuyanî li dibistana navçeya Ehdasa kantona Şehabyê hate dayîn û tê de bi dehan mamosteyên ji pêkhateyên Ereb û Kurd amade bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên zarokên komkujiya Til Rifet û dibistana Qeramêl a hatî xirakirin hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Şehbayê Bêrîvan Xelîl ve hat xwendin.
"Dibistanên zarokan xirakirin, zarok bê perwerde hêlan"
Bêrîvan Xelîl da zanîn ku êdî dewleta Tirk dibistanên zarokan hedef digire û wiha domand: “Gelê Efrînê rastî êrîş û dagirkeriyê hatine û para xwe ji şerê desthildariyê girtine. Li beramberî van êrîşan gelê Efrînê li berxwedan û hê jî heya vê kêliyê li Şehbayê di kampên penberiyê de li ber xwe didin. Miletê Efrînê tenê ji bo parastina zarokên xwe ji êrîşên dagirkeriyê ji Efrîna xwe koçber bûn û li Şehbayê bi cih bûn, lê hîn jî ji kiryar û êrîşên dewleta tirk xilas nebûn. Komkujiya Til Rifet ku 8 zarokan têde jiyana xwe ji dest dan. Zaroka bi navê Zeyneb a 14 salî ji gundê Kilûtê jî di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest da û delîlên vê yekê hene. Tevî hemû şert û mercên jiyanê yên dijwar jî li Şehbayê dîsa gel û bi taybet zarok perwerdeyên xwe bi zimanê Kurdî dibînin. Bi derbasbûna çaremîn salvegera êrîşên ser Efrînê re gel û zarokên Efrînê hêrsa xwe nîşan dan. li gundên Şêrewa, Umhoş, Nêrebiyê, Werdiyê û Qeramêl dibistan nayên vekirin. dibistana Qeramêl jî hate xirakirin, ev jî bandorek neyînî di nava zarokan de çêkir ku ji sîstema perwerdê bê par bimînin. Bi navê Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya herêma Efrînê û li ser navê hemû mamoste û xwendekarên ku bi kêm derfetan re perwerdeyên xwe dibînin ji rêxistin û dezgehên mirovî, dewletên navnetewî ku bi navê mafê mirovan bang dikin ku destek nedin dagirkeran, bi tayebt dewleta tirk, li pêşiya vê dagirkeriyê bisekinin.”
"Xwestin komkujiya Til Rifet li Qeramêl dubare bikin"
Ji mamosteyên ku beşdarî daxuyaniyê bûne, mamosteya zimanê Kurdî Evîn Dêngilî êrîşên dagirkeiryê şermezarkir û got: “Em wek mamosteyên Efrîn û Şehbayê êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Şehabyê û hedefgirtina dibistanan şermezar dikin. Erdogan bi armanc girtina dibistanan dixwaze xwendekaran ji sîstema perwerda zimanê Kurdî bê par bimînin û hînî zimanê dayîkê nebin. Hêrsa binketina DAIŞ’ê li Hesekê bi rêya êrîşan derdixe. Ji ber ew serkêşiya terora DAIŞ’ê dike. Lê êrîşên wî nabe bend li hember fêrbûna zimanê dayikê. Xwendekar nahêlin dewleta tirk bigihe armanca xwe û wan ji zimanê wan qut bikin. Xwestin komkujiya Til Rifet li dibistana Qeramêl pêk bînin lê xeyalên wan pêk nehat.”
"Bila êdî rêxistinên mafê zarokan bi erkê xwe rabin"
Rêvebera dibistana navçeya Ehdas a kantona Şehabyê Bêrîvan Cefer jî helwesta xwe li dijî êrîşkeran wiha anî ziman: “Em êrîşên dawî ku dibistanên me xistiye armanc şermezar dikin. Dewleta tirk piştevaniya xwe ji DAIŞ re bi rêya pêkanîna êrîşan nîşan dide. Xwest zarok ji mafên xwe yê xwendinê bimînin û asta xwendin xwe pêş nexin. Lê peyama me ji êrîşkeran re her dê ew be ku tu carî em dev ji xwendina bi zimanê dayikê bernadin. Banga me ji rêxistinên mafê mirovan ewe ku xwedî li erka xwe derkevin û mafê zarokan biparêzin.”