Mamosteyên jin ên Mexmûrê reng dan rêzeçalakiyên 8’ê Adarê
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê didome. Îro jî di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de ji aliyê mamosteyên jin ve şahiyek hate li dar xistin.

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr), di 1’ê Adarê de bi pêşengtiya Meclîsa Îştar bi dirûşma ‘Bi Rihê Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ Em 8’ê Adarê Pîroz Dikin, Soza Bilindkirina Têkoşînê Didin’ starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate dayîn.
Îro jî di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de ji aliyê mamosteyên jin ên Mexmûrê ve şahiyek hate li dar xistin. Şahî bi tevlîbûna mamosteyan li lokalê deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê, sînevîzyona ku derbarê 8’ê Adarê de hatî amedekirin, hate temaşekirin.
Piştî temaşekirina sînevîzyonê, şanoyek hate pêşkêşkirin û herwiha ji aliyê mamosteyan ve helbest hatin xwendin û stran hatin gotin.
Şahî bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.