Mamosteyên jin: Em ê têkoşîna xwe ya ji bo zimanê Kurdî bidomînin

Mamosteyên zimanê Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê, bertek nîşanî biryara 27’ê Tebaxê ya sînorkirina zimanê Kurdî dan û diyar kirin ku ev dê li ser perwerda xwendekaran û mafê wan ê xwendina bi zimanê dayîkê, bandoreke neyinî bike.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Di dibistanan de dersên bi zimanê Kurdî ji bo xwendekaran ne tenê qadeke fêrbûnê ye, her wiha derfeteke ku bi zimanê xwe bixwînin û binvîsin e jî. Bi biryara 27’ê Tebaxê ya ku dersên bi zimanê Kurdî sînordar dike re, ev derfet ketiye nav nîqaşên perwerdê. Mamoste û xwendekar nerazîbûna xwe nîşan didin û bang dikin ku hînkirina zimanê Kurdî bi awayekî berfireh û li gorî pêdiviyên xwendekaran bê domandin.

Mamosteyên Zimanê Kurdî, ji ajansa me re nerazîbûna xwe ya li hemberî biryara 27’ê Tebaxê anîn ziman.

 ‘Derbasbûna ji Kurdî ji bo Erebî zehmet e’

Mamoste Lînda Xelef, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser biryara 27’ê Tebaxê û wiha got: “Bi hezaran xwendekar ji destpêkê ve heta gihîştina zanîngehê bi zimanê Kurdî xwendine. Lê di 27’ê Tebaxê de Wezareta Perwerdehiyê biryarek da ku zimanê Kurdî di heftiyê de tenê sê wane were dayîn. Xwendekar vê biryarê qebûl nakin û dibêjin ku ji bo xwendekarên ku ji destpêkê ve bi zimanê Kurdî xwendine, derbasbûna ji Kurdî ji bo Erebî zehmet e. Her wiha tekez dikin ku di heftiyê de sê wane ji bo fêrbûna zimanê Kurdî têr nake.”

‘Divê mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî di makezagonê de bê parastin’

Lînda Xelef, tekez kir ku ger zimanê Kurdî di makezagonê de weke zimanê duyem neyê nasîn, xwendekar nikarin mafê xwe yê perwerdehiya bi zimanê dayîkê bistînin û wiha domand: “Pêwîst e her xwendekarek mafê xwe yê perwerdehiya bi zimanê dayîkê bistîne û bikaribe bi zimanê xwe bixwîne û fêr bibe. Divê ev maf ji bo hemû xwendekaran were parastin û bibe bingeha perwerdehiya wan.”

‘Ev yek baweriya wan bi perwerdehiya bi zimanê dayîkê kêm dike’

Mamoste Semîra Hesen jî, diyar kir ji destpêka ku zimanê Kurdî di dibistanan de tê dayîn ve ew mamosteya zimanê Kurdî ye û wiha pê de çû: “Em biryara ku zimanê Kurdî di heftiyê de tenê sê dersan were dayîn, qet qebûl nakin. Ji ber ku xwendekarek ku ji destpêka xwendina xwe ve bi zimanê Kurdî bike û piştre jî ev ziman were sînordarkirin, ev yek baweriya wan bi perwerdehiya bi zimanê dayîkê kêm dike û bandoreke neyînî li ser xwendekar dike.”

‘Zimanê Kurdî bi têkoşîn û xwîna şehîdan gihîştiye vê astê’

Semîra Hesen got ev biryar nîşan dide ku hebûn, çand û zanebûna gelê Kurd nayên hesibandin û wiha berdewam kir: “Zimanek ku bi têkoşîn û xwîna şehîdan gihîştiye vê astê, nikare di dawiyê de tenê bi sê dersan were sînordarkirin. Em vê biryarê red dikin û qet qebûl nakin. Xwendekar dibêjin ku ger zimanê wan were sînordarkirin, ew ê nikaribin xwendina xwe berdewam bikin û her li dijî vê biryarê dengê xwe bilind dikin.” 

‘Em ê têkoşîna xwe ya ji bo zimanê Kurdî bidomînin’

Semîra Hesen, destnîşan kir ku ew ne li dijî tu zimanî ne û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Lê mafê her xwendekarekî ye ku zimanê dayîkê bi awayekî fermî bixwîne û li kêleka wî zimanên din jî fêr bibe. Lê sînordarkirina Zimanê Kurdî di heftiyê de tenê bi sê dersan, em qet qebûl nakin. Heta ku mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî di destûrê de were parastin wê têkoşîna me berdewam be.”