Mamosteyên jin bi perwerdeyên komîn xwe ji bo dema nû amade dikin
Mamosteyên jin ên Êzidî di perwerdeya 7 rojî de derheqê komîn û jineolojiyê de perwerde dîtin. Mamosteyan anîn ziman ku ew ê pêşî xwe, piştre zarokan perwerde bikin.
Şengal – Piştî fermana 2014’an a li ser Şengalê û rizgarkirina civaka Êzidî, dibistanên Kurdî hatin vekirin û Êzidî bi zimanê dayîka xwe perwerde dibînin. Her çiqas li Şengalê zimanê fermî yê perwerdeyê Erebî be jî mamosteyên Êzidî ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê li Şengalê gelek dibistanên Kurdî vekirine û her sal bi dehan xwendekar tên perwerdekirin.
Bi girtina dibistanan û betlaneya havînê re mamosteyên jin ên li dibistanan ders didin, li Gundê Serdeştê komîna perwerdeyê ya 7 rojî li ser komîn û jineolojiyê bi rêxistin kirin. Ev perwerde bi destekdayîna Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Akademiya Jineolojî ya Şengalê pêk hat. Der barê perwerdeya ku dîtine de mamosteyên jin li ser girîngiya vê xebatê ji ajansa me re axivîn.
‘Bi perwerdeyê em dikarin pêşî li gelek tiştan bigrin’
Mamoste Dalya Şengalî anî ziman ku çar roj in li ser komîn û jineolojiyê perwerde dibînin û got: “Ev perwerde ji bo me gelek girîng e. Ji ber ku weke her kes û civakan pêwîstiya me jî bi perwerdeyê heye, bi taybetî jî di mijarên nû yên weke komîn û jîneolojiyê de. Weke terzê jiyanê komîn ji civaka me ya Êzidî ne dûr e. Lê milê me yê demokratîk kêm e. Divê ku em bikaribin milê xwe yê demokratîk bi hêz bikin û riyên jiyana bi hev re ava bikin da ku hewcedariya me bi hêzek din û dewletê nemîne. Dîsa em weke jin ji bo ku xwe baştir nas bikin jinolojî pir girîng e.”
Mamoste Dalya Şengalî girîngiya perwerdeyê bi van gotinan anî ziman: “Dema me xwe perwerde kir em ê bikaribin pêşî li gelek tiştan jî bigrin. Ger berê me xwe zana û perwerde kiribûya dibe ku fermana 2014’an bi serê me de nehata. Ji ber ku xwe perwerdekirin di heman demê de tê wateya xweparastinê.”
‘Em zarokên xwe bi çi ferasetê perwerde bikin wê wisa mezin bibin’
Dalya Şengalî got: “Em mamosteyên jin weke komînek li vê derê perwerde dibînin. Zarokên ku tên ba me wê rojekê bibin pêşengên vê civakê. Em li ser çi zarokan perwerde bikin wê wisa mezin bibin. Em weke mamoste ji komînan çi fêm bikin em ê wisa bi civaka xwe jî bidin fêmkirin. Zarok weke kaxezeke spî ne, tu çi bidî wê digrin. Ji bo wê jî pir girîng e ku em bi xwe ji xwe û civaka xwe fêm bikin.”
Zimanê dayikê ji bo civakan gelek girîng e û li Şengalê zimanê Erebî zimanê fermî yê perwerdeyê ye. Mamoste Dalya Şengalî der barê zimanê dayikê de balê dikşîne ser van mijaran: “Dema em bi zimanekî din perwerde dibînin, dîroka wan fêr dibin lê ger em bi ziman û dîroka xwe perwerde bibînin em ê hebûna xwe biparêzin. Bi wê yekê ev yek ji me wê bigihîje zarokan, ziman û çanda me were parastin. Em ne tenê perwerdeya zimanê Kurdî perwerdeyên din jî dibînin.”
Mamoste Dalya Şengalî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê perwerdeya komînan zêdetir were dayîn. Ger em nebin komîn em nikarin xwe nas bikin, tifaq jî di navbera me de çênabe. Ger me komînên xwe yên demokratîk ava kirin wê jin jî mafên xwe bi dest bixin. Ji bo wê jî herî zêde hewcedariya me jinan bi komînan heye. Em ê pêşî xwe perwerde bikin, piştre zarokan perwerde bikin. Bi vî awayî wê civak perwerde bibe.”
Bi armanca avakirina civaka azad û wekhev ev perwerde tên dayîn
Mamosteyên ku li ser komînan çar roj, li ser jineolojiyê jî sê roj perwerde dîtin diyar kirin ku perwerde ji bo civak azad û zana bibe tên dayîn. Mamoste Cîlan Silêman jî kêfxweşiya xwe ya beşdarbûna perwerdeyê anî ziman û got: “Bi riya komînan em dikarin ji bo kesên di nava civakê de alîkar bin. Hebûna komînan tê wateya xwebirêvebirinê. Bi wê yekê mirov li hêviya kesek namîne. Di hemû fermanên bi serê civaka me ya Êzidî de hatin de jin bûn hedef. Bi vê yekê jin hatin tunehesibandin. Dîroka jinan hatiye windakirin. Em ji dîroka xwe dizanin ku çiqaş jinan berxwedan raber kirine, li pêş dijmin sekinîne. Xatûna Fexra, Dayê Zero û hwd. Em jî dikarin bi riya jineolojiyê careke din li hebûn û dîroka jinan vegerin.”