Mamosteyên Efrînê: Zimanê Kurdî hebûn û nasnameya me ye

Rêveberên dibistanan û mamosteyên zimanê Kurdî yên herêma Efrînê bi boneya hatina Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê soza têkoşîna dan û diyar kirin ku ew ê zimanê xwe bikin zimanê fermî di cîhanê de û hînî nifşên pêşerojê bikin ji bo parastina ji qirkirin û pişavtinê.

 
HESNA MIHEMED
Şehba- Her neteweyek ango civakek bi zimanê xwe yê dayikê tê nasîn, civata Kurd jî bi zimanê Kurdî tê naskirin lê ev ziman ji dîrokê ve heya roja îro her dem di qirkirin û pişavtinê re derbas dibe. Gelek wêjevan, nivîskar û helbestvan di nav şert û mercên dijwar de hewl dane helwestên xwe bi zimanê Kurdî bînin ziman. Di dîroka 21'ê Sibata 1952'an de hejamrek ji xwendekarên Bangladeşê li zanîngeha Pakistanê xwestin bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin, lê ev xwestek rastî êrîşên polîsên Pakistanê hat. Xwendekaran ev êrîş şermezar kirin û dest bi çalakiyê kirin. Careke din polîsan bi guleyan êrîş xwendekaran kir û di encamê de hejmarek ji xwendekaran jiyana xwe ji dest dan. Lewre di sala 1999’an de Rêxistina Navneteweyî ya Cîhanî (UNESCO) roja 21’ê Sibatê weke Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê hilbijart. 
Bi derketina şoreşa Rojavayê Kurdistanê derfetên xwendin û hînbûna zimanê Kurdî çêbûn. Gelek dibistan, peymangeh û zanîngeh bi zimanê Kurdî hatin vekirin. Bi hatina Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê, rêveberên dibistan û mamosteyên Kurdî yên herêma Efrînê helwestên xwe ji me re anîn ziman.  
 "Daxwaza me di vê rojê de ew e ku zimanê me li cîhanê bibe zimanê fermî"
Rêvebera dibistana Ş. Eylem a navçeya Babinêsê ya Şehbayê Zekiye Bereket di destpêka axaftina xwe de Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li hemû neteweyan bi taybetî li gelê Kurd pîroz kir û wiha pê de çû: "Ev roj ji bo me weke mamoste rojeke pîroz e. Zimanê dayikê di dîrokê de her dem ji aliyê desthilatdaran ve rastî pişavtinê hatiye. Gelek nivîskar û helbestvan hewl dane bi zimanê xwe helwestên xwe binivîsînin da ku ji qirkirinê biparêzin. Civaka Kurd her dem hewl daye xwedî li zimanê xwe derkeve û bi dizî bi zimanê xwe diaxivîn ji ber rejîma Baasê ya desthilatdar zimanê Kurdî qedexe kiribû. Bi derketina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re û bi tekoşîna gelê Kurd, zimanê dayikê li dibistanan bû zimanê fermî û derfet ji zarokan re çêbûn ku bi rihetî û bê tirs fêrî zimanê xwe bibin. Em jî wek hemû neteweyan mafê me heye ku bi zimanê xwe bixwînin û binivisînin. Daxwaza me di vê rojê de ew e ku zimanê me li cîhanê bibe zimanek fermî û xwedî lê derkevin."
"Ziman hebûna civakê ye"
Rêvebera dibistana navçeya Ehdasê Birîvan Cefer jî teqez kir ku zimanê Kurdî bi nirx e û hebûna wan e û wiha domand: "Ez 21'ê Sibatê li hemû welatparêz, rewşenbîr û kesên zana pîroz dikim. Zimanê me pîroz e. Ziman nasname û hebûna me ye, em ê jî xwedî li nasnameya xwe derkevin û hînî nifşên pêşerojê bikin. Her neteweyek bi zimanê xwe li cîhanê tê nasîn, em jî bi zimanê Kurdî yê dayikê tên naskirin."
"Zimanê Kurdî ji aliyê dayikên me ve hat parastin"
Mamosteya zimanê Kurdî Rûken Hisên da zanîn ku her neteweyek ku destkeftiya wê ya bingehîn ziman e û wiha axivî: "Zimanê me rûmeta me ye. Her neteweyek destkeftî û pêşketinên ku bi dest dixe bingeha wê zimanê dayikê ye. Ji dîrokê ve heta niha her dem gelê Kurd ji bo parastina zimanê xwe têkoşiyaye. Bi saya dapîrên me heya roja me ziman hatiye parastin û domandin, bi riya vegotina çîrokan û lorandinê. Ev jî bû bingehek ji bo parastina ziman ji qirkirin û tunekirinê. Bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê re jî zimanê Kurdî wek zimanê perwerdeyê hat hilbijartin û li dibistan, paymengeh û zanîngehan hat wane hatin dayîn. Gelek pakrewanên me hene bi taybetî pakrewanên jin di riya dayîna perwerdeya bi zimanê Kurdî de têkoşiyane û şehîd bûne. Em jî sozê didin pakrewanên xwe û dibêjin ku em ê riya wan bişopînin heya ku zimanê me bibe zimanê fermî di cîhanê de."