Mamosteyên Îranê ji bo "mafê perwerdeyê" daketin qadan
Hema bêje li hemû bajarên Îranê mamoste ji bo mafê perwerdehiya bêpere, zanistî û zimanê dayikê daketin qadan.
Navenda Nûçeyan - Li Îranê mamosta ji bo mafên xwe, azadkirina hevpîşeyên xwe yên girtî, azadiya birêxistinkirina sendîkayan û mafê perwerdeya bêpere ya bi zimanê dayikê daketin qadan.
Kedkarên perwerdeyê li ber saziyên perwerdeyê yên Kirmaşan, Sîne, Seqiz, Şîraz, Îsfehan, Kerec, Merîwan, Dehdest, Buşehr, Yezd, Nûrabad û Erdebîl kom bûn û daxwazên xwe qîriyan. Di çalakiyan de mamosteyên teqawitbûyî nehatin jibîrkirin, daxwaza başkirina mûçe û şertan jî hate kirin. Xwendekaran jî ji bo piştgiriyê bidin mamosteyên xwe cihê xwe di çalakiyan de girtin.
Hat zanîn dema hêzên rejîmê êrîşî çalakiya mamostayan a li Merîwan û Tehranê kirin, gelek welatî hatin binçavkirin.