Mamoste û karmendên Silêmanî dijî nedana mûçe çalakî li darxistin
Komek mamoste û karmend li ber derê Rêveberiya Perwerdeyê ya Rojava ya li Silêmaniyê, dijî nedana mûçe çalakiyek lidarxistin.

Navenda Nûçeyan – Hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê 79 rojin mûçeyê meha Hezîranê ya karmendên herêmê belav nekiriye, nerazîbûnên dijî nedana mûçe rojane didomin.
Di vê çarçoveyê de komek mamoste û karmend li ber derê Rêveberiya Perwerdeyê ya Rojava li Silêmaniyê kombûn û çalakiyek lidarxistin. Mamoste û karmend ji rayedaran dixwazin her meh mûçeyê wan were dayîn û demek ji ya din zûtir pirsgirêk çareser bibe.
Hêjayî gotinê ye ji ber nedana mûçe beşek ji karmendên herêmê yên li aliyê sînorê Silêmanî û Helebceyê boykot ragihandine û heya niha jî boykota wan dewam dike.