Mamostayên li Silêmanî: Divê heyanî dema perwerdehiya sala nû daxwazên me werin pêk anîn

Piştî ew sozên ku ji bo mamostayên bi peyman hatine dayin û nehatin pêkanîn, îro mamostayên bi peyman daxwaznameyek radestî aliyên peywendîdar kirin û daxwaz kirin ku sala nû ya xwendinê daxwazên wan were bicihkirin û pirsgirêk çareser bibin.

Silêmanî- Îro mamostayên bi peyman li Baxê Giştî ya bajarê Silêmaniyê daxuyaniya çapemeniyê dan û daxwaz kirin ku di sala nû ya xwendinê de daxwazên wan werin bi cihkirin.

Daxuyanî bi bejdarbûna mamaostayên bi peyman yên bajarê Silêmanî û dewrû ber destpêkir û daxwaznameya mamostayan hate xwendin û piştre daxwazname radestî hikumeta herêma Kurdistan û serokê hikumeta herêma Kurdistan, parlemena Kurdistan û wezareta perwerde û wezîrê perwerdê hate kirin.

Di daxwaznameyê de wiha hate gotin:

Mamostayên bi peyman ev çend sale xizmetê ji xwendevan û perwerdê re kiriye, lê belê nayê zanîn ku pilanê hikumet û wezareta perwerê çiye ku bi fermî tayin nabin. Ji ber wê em weke nunerên mamostayên bi peyman daxwazên xwe di çend xalan de ji wezîrê perwerde û hemû aliyên xwemxwarên perwerdê radigîhinîn.

*Hemû ew biryar û pilanên di di civîna 30’ê Adarê ya wezareta perwerdê de hatin girtin ji bo bi fermî tayinkirina mamostayên bi peyman beriya destpêkirina sala nû ya xwendinê wê xebat li ser were meşandin û di civîna encumena wezîran de jî xebat dikin ku deriyê bi fermî tayînkirinê li ser mamostayên bi peyman bigrin e.

*Divê hewil bidin di piroje yasya perwerdê de li parlemena Kurdistanê bi fermî tayinkirina mamostayên bi peyman li gora yasayê were pejirandin. Divê hikumet vê yekê bi cih bike û pirsgirêka mamostayên bi peyman û kêmbûna mamostayan çareser bikin.

*Mamostayên bi peyman di piroseya xwendin û perwerdê de ne westane, ji sozê hikumetê ku pêkneanîne bêzar bûne.

*Hemû soz şikandin û wext kuştina wezareta perwerdê ji bo sala nû ya xwendinê cardin heman be, wê cardin baykota mamostayê bi peyman û pêketina sîstema xwendinê jî berbikeve.