Mamosta Jiyan ji ber şewatê jiyana xwe ji dest da
Li bajaroka Şêladizê ya Amediyê momosta Jiyan Îzewtî dema soba xwe vêdixist agir vê ket û şewitî. Ji ber şewata zêde mamosta li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nuçeyan – Li bajaroka Şêladizê ya ser navçeya Amediyê ya Dihokê momostaya dibistana amadeyî ya Şêladizê Jiyan Îzewtî ya 40 salî ku dayika pênc zarokane dema soba xwe vêdixist agir vê ket û şewitî. Mamosta Jiyan a ji sedî 95 canê wê şewitiyî li nexweşxaneyek taybet a bajarê Hewlêrê piştî 48 saetan jiyana xwe ji dest da.