Malbatên şehîdan: Divê çeteyên DAIŞ’ê bên darizandin

Malbatên şehîdên ên di sala 2015’an li Til Temirê heskiriyên xwe winda kirin û daxwaza darizandina DAIŞ’ê dikin dibêjin: "Dema em li wêneyên şehîdan û li bermahiyên teqînê dinêrin, weke îro, bûyer li ber çavên me zindî dibe."

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - 10’ê Berfanbara 2015’an de roja Pêncşemê demijmêr jî 17: 10 çeteyên DAIŞ’ê 3 wesayîdên bombebarkirî di nava Til Temirê de li sê cihan, li Bazara Hal-Bazara Filestîn-Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd, teqandin. Ji pêkhateyên Kurd, Aşurî û Ereb 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn.

Ji rizgarkirinê heta êrîşên qirkirinê: Til Temir 

Til Temir ji biçûktirîn bajarên Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bajar xwedî stratejiyeke girîng e, ji ber ew dibe xeleka gihandina kantonên Firat û Cizîrê. Til Temir bi qasî biçûkbûna xwe ya erdnîgarî, bi gelek êrîşên qirkirinê re rûbirû maye. Di 20’ê Cotmeha 2012’an de ji hêla şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve bajar hat rizgarkirin û pê re gelek êrîşan dest pê kirin.

Til Temir nimûneyeke biçûk a projeya Rêveberiya Xweser e

Til Temir nimûneya hevgirtina neteweyan û valaderxistina êrîşên hêzên terorîst û dewletên ku destekê didin wan e. Êrîşên Cebhet El-Nusra û çeteyên DAIŞ’ê li ser bajar di 13’ê Sibata 2013’an de dest pê kirin, heta niha bi êrîşên dewleta Tirk didomin û gel jî ji bo parastina doza xwe heta niha berxwedana xwe didomîne. Sala ku êrîş zêde bûn sala 2015’an bû bi taybetî êrîşa 23’ê Sibatê û 10’ê Berfanbarê.  

Şemsa Saedê xwişka Hemîde ya, di nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd de dixebitî û Menîfa ye, her wiha keçap û hevjîna birayê wê jî ligel her du xwişkên wê di teqînê de jiyana xwe ji dest dane. Şêxa Şermûx jî xwişka Ehmed Şermûx ê ku di teqînê de winda bûye, ji ajansa me re axivîn û behsa mezinbûna bajarê ku bi xwîna şehîdan hatiye parastin û daxwazên xwe kirin.

Çûn mêvandariya xwişka xwe her sê jî bûn mêvanên axa pîroz

Şemsa Saedê destpêka axaftina xwe de sersaxî ji hemû malbatên kesên Kurd, Ereb û Asûr ên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan xwest û wiha hûrguliyên wê rojê bi bîr anî: "Menîfa û keça amojina min li cem xwişka min Hemîde ya hemşîre ku bûka 5 meh û 9 rojan e, mêvan bûn lê teqîna ku çêbû ew her sê kirin mêvanên axa pîroz û her siyan jî bi hev re jiyana xwe ji dest dan. Rojek bi êş bû ji min re, em xwediyên êş û kulên giran in."

‘Til Temir cihekî biçûk e lê bi şehîdên xwe mezin e’

Şemsa Saedê got ku Til Temir bi qasî biçûkbûna xwe mezin e jî û wiha domand: "Biçûk e lê bi şehîdên xwe mezin e, biçûk e lê bi neteweyên xwe tabloya mozayîka gelan nexişandiye. Li vir netew wekhev in û ciyawazî tune ye, Kurd Ereb û Aşûr bi hev re li ser vê ax û parçeyê dijîn, bi hev re jî wê diparêzin û êşên wan hevpar in. Her kesê bêyî ku tu perspektîf were dayîn, çek rakir, tax kolan û bajarên xwe parastin. Me êş û serkeftinên xwe bi hev re parve dikir."

Şemsa Saedê da zanîn ku nizanin wê çawa birînên wan bikewin û wiha domand: "Em ber bi sala 9’an ve diçin lê ew teqîn bi xulek û deqeyan jî ji bîra me naçe. Birîna me nekewiyaye hê jî xwîn jê diherike. Daxwaza me weke malbatên şehîdan ew e ku çeteyên DAIŞ’ê ji ber sûc û şehîdxistina ewqas keç û xortên me were darizandin, ji ber ku xwîna me ne erzan e. Her dema ku em li wêneyên şehîdan li zarok û malên wan dinêrin, her dema em di ber cihê bûyerê re derbas dibin çav li avahiyên hilweşiyayî dikevin, ew roj û kêlî tên ber çavên me û dengê teqînan dikeve guhên me weke ku nû şehîd ketibin."

'Bila Erdogan şad nebe em hene em ê bimînin û li ser axa xwe bi şanazî bijîn'

Şemsa Saedê got ku planên dagirkirina axa wan û qirkirina neteweyan bi êrîşên dagirkeriya Tirk re didomin û bi vê peyama ji dewleta Tirk re dawî li axaftina xwe anî: "Bila Erdogan şad nebe! Heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li pey doza şehîdên xwe bin û ji bo wê heta dawî li ber xwe bidin. Ew me topbaran û koçber jî bike em ji vir naçin, em li vir in û em ê li vir bin û her bijîn. Ji ber em bihêztir dibin dema ku em dibînin dijminê me çiqas zeyîf e."

'2015’an yek ji salên herî dijwar ên êrîşan bû'

Şêxa Şermûx ji pêkhateyên Ereb dibêje ku salên êrîşê yên herî dijwar li ser bajarê Til Temirê sala 2015’an bû, wiha dirêjî da gotinên xwe: "Êrîşa herî dijwar a dilê hemû neteweyan birîndar kir di sala 2015’an de bû. Bi erîşa destpêkê gelê me yê Aşûr hedef girtin, wan revandin, dêrên wan teqandin û kuştin. Piştî vê êrîşê bi çend mehan bajar bi sê teqînên dijwar û xwînî re rû bi rû ma. Wesayîdên bi teqemeniyê dagirtî şekir û çaya reş bar kiribûn, ji ber ku li herêmê wê demê krîza tunebûna şekir hebû."

'Birayê min di teqînê de winda bû heta niha jî cenazeyê wî nehatiye dîtin'

Şêxa Şermûx birayê xwe yê mezin Ehmed di teqînê de winda kiriye û 9 sal in cenazeyê wî nehatiye dîtin. Şêxa da payin ku para wan jî ji wergirtina êşê hebûye û wiha pêl da gotinên xwe: "Me birayê xwe yê mezin di vê êrîşê de winda kir. Birayê min çû ji bo ku xwişka min a hemşîre ji klînîkê bigre û bîne malê lê di wê kêliyê de teqîn çêbû. Em çiqas li birayê xwe geriyan, me tiştek jê nedît ne cilek û ne jî tiştekî ku em bizanibin şehîd ketiye. Winda bû, em li gelek nexweşxaneyan geriyan lê me şopa wî nedît."

'Divê DAIŞ were darizandin da ku tola şehîdan were girtin'

Şêxa Şermûx DAIŞ’ê weke berpirs û sûcdarên yekemîn ên vê êrîşê dibîne û ji bo darizandina wan di dadgehên navneteweyî de bang dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê çeteyên DAIŞ’ê ji ber sûcên ku li dijî gel û herêma me pêk anîne werin darizandin, ji ber êrîşa ku çêdibe ne tenê aliyek an jî saziyek hedef digre, bi êrîşê jin û zarok û kesên temenê wan mezin hatin hedefgirtin. Di êrîşa 2015’an de gelek kesên temenê wan biçûk, ciwan û mezin şehîd bûn."