Malbata Jina Masa Amini di hepsa malê de ye

Ji bo tepeserkirina serhildanên li Rojhilat û Îranê bi berdewamkirina êriş û avêtina malan a rejîma Îranê, hat zanîn ku malbata Jîna Emînî di hepsa malê de tê girtin.

Navenda Nûçeyan – Piştî ku Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqî yên rejîmê ve hat qetilkirin, kolanên Îranê veguherîn qadên ji agir ên dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” lê bilind dibe. Çalakiyên protestoyî yên di 16'ê Îlonê de dest pê kiribûn, di roja 42. de berdewam dikin.

Tevî êrîşên hovane yên polîs û leşkerên rejîmê yên li bajarên Îran û Rojhelatê, gel bi rojan e kolanan terk nekiriye, bi pêşengiya jinan berxwedana gel bi hemû hêza xwe didome. 

Ji aliyeke din ve kanala nûçeyan a El Erebiye ya vî welatî ragihand ku malbata Jîna Emînî di bin çavan de hatiye girtin.