Malbata Gulistan Tara serdana MKG’ê kir

Malbata rojnamevan Gulistan Tara ya di 23’ê Tebaxê de li bajarê Silêmanî yê Herêma Federal a Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, serdana MKG’ê kir. Xwişka wê Dîcle Tekîk got: “Wê têkoşîna bi rûmet a Gulistanê berdewam bike.”

Amed- Malbata rojnamevan Gulistan Tara ya di 23’ê Tebaxê de li bajarê Silêmanî yê Herêma Federal a Kurdistanê di êrişa dewleta tirk de jiyana xwe ji dest da, serdana Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) kir.

Di serdanê de rojnamevanên ku endamên MKG’ê ne, Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û DÎSK Basin-Îş’ê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnera Êlihê, endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) amade bûn.

‘Têkoşîna bi rûmeta a Gulistanê wê bidome’

Xwişka Gulistan Tara Dîcle Tekîk di serdanê de axivî û anî ziman ku pênûsa Gulistan Tara wê li erdê nemîne û destnîşan kir ku dê têkoşîna Gulistan a bi rûmet berdewm bike. Dîcle Tekîk ji bo ku wan bi tenê nehiştine ji kedkarên çepemeniya azad re spasî kir.

‘Weke rojnamevanên jin em ê mîrasên wan dewr bigrin’

Seroka MKG’ê Roza Metîna êrişên ku bi salan e li ser çepemeniya azad didomin bi bîr xist û wiha got: “MGK ji bo parastina mîrateya rojnamevanên jin hat avakirin. Ne kamera û ne jî pênûsên şehîdên çapemeniyê wê tu carî li erdê nemînin. Em weke rojnamevanên jin em ê mîrasa wan dewr bigrin. Bi salan e hem li dijî ziman, hem jî li dijî rêxistinbûn û têkoşîna gelê Kurd êriş tên kirin. Li dijî van êrişan em ê bi hev re têkoşîna xwe bidomînin. Li hemberî vê êrişa li hemberî Gulistan Tara û Hêro Bahadîn em ê helwesta xwe eşkere bikin. Rol û mîsyona rojnamevanên çapemeniya azad û jinan pir girîng e. Ev sîstema ku li dijî gelê Kurd e vê baş dizane. Ji ber vê dizanin jinên Kurd dikin hedef. Îro hedefgirtina Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hedefgirtina jinên Kurd û têkoşîna wan e. Em ê tu carî serî li ber van êrişan netewînin. Li hemberî me zihniyetek yekperest û mêr heye. Çiqas desthilatdarî were guhertin j, tu caran wê polîtîkayên dewletê neyên guherîn.”

‘Gelê Kurd roja 1’ Îlonê di bin êrişên dijwar de derbas kir’

Roza Metîna destnîşan kir ku hikûmet gelê Kurd tune dihesibîne û wiha got: “Ji ber ku hebûna xwe di tunebûna me de dibîne. Gelê kurd 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di bin êriş û tecrîdek giran de pêşwazî kir. Me 1’ê Îlonê li Kurdistan û Tirkiyeyê di bin şerekî giran û tecrîdê de derbas kir. Her wiha hevalên me yên di girtîgehê de 1’ê Îlonê di bin tecrîd û zextên giran de pêşwazî kirin.”