Malbata Doku 25 roj in di çalakiyê de ye: Gulistan li ku ye?

Malbata Gulistan Doku ya ku agahî jê nayê girtin, ji bo aqûbeta keça xwe hîn bibin 25 roj in li ber Edliyeya Dêrsimê di çalakiyê de ne.

Dêrsim– Xwendekara zanîngehê Gulistan Doku ev du sal in, li Dêrsima ku di bin navê “ewlehiyê” de çar aliyê wê ji aliyê qereqolan ve hatiye dorpêçkirin û bi kamerayan tê şopandin, winda ye. Ev du salan dewletê li şûna ku Gulistan Doku bibîne, ketiyê pêy safîkirina gumanbaran. 
Li Dêrsimê malbata xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku ya ku ji 5'ê Çileya 2020'an û vir ve agahî jê nayê girtin, ji bo ku aqûbeta keça wan bê zelalkirin, ev 25 roj in li pêşiya Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştinê pêk tînin. Malbata ku tevî sermaya cemedê ya ku germahiya hewayê digihêje -1'ê jî hatin ber edliyeyê, careke din pirsa "Gulistan li ku ye?" kir. Endamên Platforma Jinan a Dêrsimê jî serdana piştgiriya malbatê kirin.