Malbata Şenyaşar: Serokomar Erdogan dê tercîhekê bike

Malbata Şenyaşar, bal kişand ser serdana Serokomarê dewleta Tirk Erdogan a li Rihayê bike û wiha got: “Tu sozên hilbijartinê ji qêrîna dayikeke ku edaletê dixwaze bi bandortir nîne. Erdogan dê li Rihayê tercîhekê bike.”

Riha- Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ya di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dan destpêkirin di roja xwe ya 633’emîn de berdewam dike.

Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar di seatên sibê de hatin ber deriyê edliyeyê, dest bi nobeta xwe kirin.

Dê li Rihayê tercîhekê bike!

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal bal kişand ser serdana Serokomarê dewleta Tirk Erdogan yê ku di 3’ê Kanûne li Rihayê pêkbîne û ev peyam parve kir: “Tu sozên hilbijartinê ji qêrîna dayikeke ku hevjîn û zarokên wê li ber çavên wê hatin qetilkirin û 633 roj in li ber deriyê edliyeyê edaletê dixwaze bi bandortir nîne. Hemû gelê Rihayê yê birûmet vê zilmê dişopîne. Erdogan dê li Rihayê tercîhekê bike!”