‘Selteneta ku bi zilmê hatiye avakirin dê hilweşe’

Malbata Şenyaşar di nobeta xwe ya roja 735’an de diyar kir ku heta edalet bi cih were dê têkoşîna xwe bidomînin.

Riha- Li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de ku kur û hevjînê Emîne Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin. Nobeta ku emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re li pêşiya Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 735’an de didome.

Malbata Şenyaşar serê sibehê hatin ber edliyeyê pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar adalet” vekirin karîkatora ku Sefer Selvî xêz kiriye li ser “Cihekî din ê tu lê li edaletê bigerî te nedît? Biçe ji vir” vekirin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

‘Heta edalet bi cih were dê têkoşîna me bidome’

Ferît Şenyaşar bi gotinên “Tekoşîna me ji bo edaletê ye dê her kes rojek li adaletê bigere” diyar kir ku têkoşîna wan veguheriye ya civakî. Ferît Şenyaşar wiha axivî: “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li dijî malbata me komkujiyek çêbû. Yên vê komkujiyê kirin di navbera wan de parlamenterê AKP’ê heye. Hikumet û serokomar li vî parlamenterê xwedî derketine. Ji ber vê yekê pêşî li darazê girtin, edalet bi cih nehat. Li pêşiya me hilbijartin heye. Li her derê Tirkiyeyê dengê AKP’ê kêm dibin lê herî zêde dê li Rihayê winda bike lewre gelê Rihayê li têkoşîna me xwedî derket. Em bi biryar in heta edalet bi cih were em ê li pêşiya Edliyeya Rihayê bin.”

Em di doza xwe de mafdar in’

Emîne Şenyaşar jî got: “Dadger jî dozger jî Erdogan jî dizanin em mafdar in. Êdî bes e, bila kurê min ji girtîgehê berdin, ez biçim mala xwe. Cîhanê zilma wan dît.”

Malbatê ji ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal peyama; “Di roja 735’an de #Em li Rihayê bi bawerî û biryardarî têkoşîna xwe ya ji bo edaletê didomînin. Selteneta ku bi zilmê hatiye avakirin dê hilweşe” parve kir.