Malbata Şenyaşar: Rayedarên ku edaletê pêk naynin bila şerm bikin

Malbata Şenyaşar di roja 631’emîn ya nobeta edaletê de, wiha got: “Daxwaza dayikê edalet e, rayedarên ku edaletê pêk naynin bila şerm bikin

Riha - Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adara 2021’ê de dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 631’emîn de ye.

Dayîk Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hate pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya xwe ya nobetê kirin. 

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal hesabên Serokomarê dewleta Tirk Erdogan û Wezareta Dadê etîket kir û ev peyam parve kir: “Tov biçîne, ger şîn nebe bila ax şerm bike. Daxwaza dayikê edalet e, rayedarên ku edaletê pêk naînin bila şerm bikin. Feraseta ku cihêkariyê li welatiyan dike, ji nedîtî ve nêz dibe dê li Rihayê winda bike.”