Malbata Şenyaşar: Me bi hev re dest pê kir, em ê bi hev re bi ser bikevin

Malbata Şenyaşar di roja 734'an a nobeda edaletê de got, "Em ê li Rihayê kesên edalet kirine qurbanê wekîlan bi hev re xelas bibin ."

Riha - Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di roja 734’êmîn de berdewam dike.

Malbata Şenyaşar ji ber ku edliye di dawiya hefteyê de girtî ye nobetê li mala xwe ya Pirsûsê didomîne.

Malbatê ji hesabên medyaya dîjîtal van gotinan parve kir: "Em ê kesên ku li Rihayê edaletê dikin qurbanî û heqaretê li welatiyên ku daxwazên xwe tînin ziman, ji holê rakin. Wê hêvî di guhê we de pistepist bike, bizdîn nîne! Me bi hev re dest pê kir. bi hev re, em ê bi hev re bi ser bikevin, kêm maye."