Malbata Şenyaşar: Em êşa xwe di dilê xwe de vedişêrin

Emine Şenyaşar ya sê kes ji malbata wê qetilkirin bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re 66 rojin çalakiya “edaletê” dewam dikin. Malbatê bi boneya cejna remezanê peyama “Em êşa xwe di dilê xwe de vedişêrin” par kir.

Riha – Beriya hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an xizim û parêzvanên parlamenterê AHP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşê malbata Şenyaşar kiribûn, di encamê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji ber ku kujer nehatin darizandin bi daxwaza "edaletê" ji 9'ê adarê ve li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeta "edaletê" kiribûn. Emîne û kurê xwe Ferît ji ber qedexeya derketina derve ji 30’ê Nîsanê ve li mala xwe ya Pirsusê çalakiya xwe di roja 66’an de dewam dikin.
Malbatê li ser hesabên xwe yên medya civakî, bi boneya Cejna Remezanê, ev peyam da: “Îro em, êşa xwe ya ku pênaseya wê nayêkirin di dilê xwe de vedişêrin. Bi hêviya ku kes mîna me êşek wiha nejî, cejna we bi xêr bê…”