Malbata Şenyaşar: Em ê têkoşîna xwe veguhezînin Enqereyê
Malbata Şenyaşar tam 165 roj in nobeda xwe ya edaletê didomine. Malbatê ragihand ku dema betlaneya dadgeriyê biqede ew ê têkoşîna xwe li Enqereyê bidomînin.
Riha - Nobeda edaletê ya Emîne Şenyaşar, ku di encama êrîşa parêzvan û xizmên Wekîlê AKP'ê İbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, li ber Edliyeya Rihayê di roja xwe ya 165’an didome.
Emîne Şenyaşar û kurê xwe ku serê sibê hatin ber edliyeyê, li qada bi navê "goşeya edaletê ya malbata Şenyaşar" dest bi nobetê kirin.
“Em ê têkoşîna xwe veguhezînin Enqereyê”
Ferît Şenyaşar bang li malbatên ku li parêzgehên cuda ji bo "Edaletê" têdikoşin kir ku bi hev re têbikoşin. Ferît Şenyaşar, bal kişand ser daxwaza hevpar a malbatan a "edaletê" û wiha got: "Ji ber ku betlaneya dadgehê ye em li ber Edliyeya Rihayê têkoşîna xwe didomînin. Dema ku betlaneya dadgeriyê qediya, em ê têkoşîna xwe veguhezînin Enqereyê. Em ê bi malbatên ku neheqî li wan hatine kir re bên cem hev û dengê me bilind bikin. Ez ji vir bang li hemû kesên ku neheqî li wan hatiye kirin dikim: Daxwaza me hevpar e, werin em bi hev re biqîrin ku qanûna serweran bi dawî bibe.”
“Em li pey edaletê ne”
Malbatê hesabên Wezareta Dadê, Midûriyeta Polîsan a Parêzgeha Rihayê, Ajansa Urfa û Meclîsa Giştî ya Meclisê ji hesabên xwe yên medya civakî etîket kirin û ev peyam parve kir, “Qanûn mafê qetilkirinê nade parlementerekê û malbata wî. Hemû Tirkiye, bi taybetî jî gelê Rihayê, zilma li pêşberî dadgehê dişopînin. Em li pey edaletê ne. Em dev jê bernadin! ”