Malbata Şenyaşar: Em ê ji bo edaletê têbikoşin

Malbata Şenyaşar a ku Nobeda Edaletê bê navber didomîne, wiha got: "Yên ku çûne em nikarin bînin lê ji bo edalet pêk were em ê bi hev re têkoşîna xwe berdewam bikin."

Riha - Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di roja 733’êmîn de berdewam dike.

Malbata Şenyaşar a ji ber dawiya hefteyê edliye girtiyê nobeta xwe li mala xwe ya Pirsûsê didomîne, li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: "Yên ku çûne em nikarin bînin lê ji bo edalet pêk were em ê bi hev re têkoşîna xwe berdewam bikin."