Malbata Şenyaşar: Edî şiyar bin!

Malbata Şenyaşar a ku 730 roj in nobeda edaletê dimeşîne, wê meha Remezanê jî li ber edliyeyê fitara xwe bikin.

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adarê 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 730’an de berdewam dike.

Malbata Şenyaşar ji saetên sibehê ve li ber pankarta ku li ser “Ji malbata Şenyaşar re edalet” nivîsiye dest bi nobetê kirin, Malbata Şenyaşar dê îsal jî di meha Remezanê de li edliyeyê fitarê bide.

Ferît Şenyaşar di çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku Îbrahîm Yildizê ku ji ber kuştina Celal Şenyaşar û birîndarkirina Adil Şenyaşar 5 salan biryara girtinê hebû li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da û got, "Biraziyê Wekîlê ku biryara girtinê heye dizewice, zarokek wî heye, li nexweşxaneyeke taybet tê emeliyatkirin. Lê belê polîs vî kesî nagire. Li nêzî mirina xwe tê binçavkirin û dema dimire otopsî tê kirin û radestî malbata wî tê kirin." Ferît Şenyaşar bûyerên qewimî weke skandaleke hiqûqî nirxand û bang li Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê kir ku der barê mijarê de daxuyaniyekê bidin.

'Ez ê çalakiya xwe bidomînim'

Emîne Şenyaşar, anî ziman ku heta edalet pêk neyê dê li ber edliyeyê rûnên û got, “Par di meha Remezanê de min li ber edliyeyê rojiya xwe vekir. Ger edalet pêk neyê emê îsal jî li ber edliyeyê fitarê bikin. Wijdanê wan tune, ez her êvar neviyên xwe li malê dihêlim û li vir xwarinên fitarê dixwim.”

'Selayê  edaletê tê xwendin'

Malbata Şenyaşar di hesabên xwe yên medyaya dîjîtal de ev tişt parve kirin: “Dayika li ber Edliyeya Rihayê barê her kesê ku hesreta edaletê dike hilgirtiye ser xwe; lê kes ferq nake ku dibe ev dayik westiya be. Li # Rihayê her roj selayê edaletê te xwendin. Edî şiyar bin! Cihê ku aedalet lê nîn be nikarin behsa mirovahiyê jî bikin. Di roja 730’an de ye…”