Malbata Şenyaşar: Divê ev rewşa na adil bi dawî bibe

Malbata Şenyaşar, di roja 736’emîn a nobeta xwe de daxwaza ji bo pêkhatinê edaletê dubere kir.

Riha- Li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît ê di êrîşê de birîndar bûbû re 736 roj in ji bo edaletê nobetê digre.

Malbata Şenyaşar di saetên sibehê de hatin pêşiya edliyeyê li pêşiya pankarta bi nivîsa “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” dest bi çalakişya rûniştinê kirin.

Malbatê ji ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir; “Bila haya her kesê jê hebe! Li Rihayê edaletê riya xwe winda kiriye. Li Rihayê mirovahî winda bûye. Di roja 736'an de jî em li ‘Edaletê’ digerin. Divê vê rewşa ne adil bi dawî bibe.”