Malbata Şenyaşar dipirse: Ev çerxeke çawa ye?

Malbata Şenyaşar ev 180 roj in bênavber edaletê dixwazin. Malbatê îro peyama "Ev çerxeke çawa ye? Yên hatin qetilkirin em in, yên tên binpêkirin em in, yên zilm li wan tê kirin em in” parve kir.

Riha - Emîne Şenyaşar a di encama êrîşa parêzvan û xizmên Wekîlê AKP'ê İbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû ji 9'ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobeda "Edaletê" de ne. Ji ber Edliyeya Rihayê girtî ye malbatê çalakiya xwe, li mala xwe ya navçeya Pirsûsê domand.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya yê Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul etîket kir û ev peyam parve kir:"Ev çerxeke çawa ye? Yên hatin qetilkirin em in, yên tên binpêkirin em in, yên zilm lê wan tê kirin em in. Parlamenterên AKP’ê jî komkujiya nexweşxaneyê şermezar kir, wê Wezîrê Dadê kengî ji vê zilmê re bêje bes e?"