Malbata Şenyaşar dê li ber Meclîsê çalakiya nobetê bidomînin
Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê nobeta edaletê didomîne, da zanîn ku dê di rojên pêş de li ber avahiya Walîtiya AKP'ê, Meclîs û Wezareta Edaletê nobeda xwe bigirin.
Riha – Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kirin û di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar qetil kirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, ji bo darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar ku di hucreye yekkesî de tê ragirtin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 602’yan de berdewam kir. Malbat, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hat pêşiya Edliyeya Rihayê. Malbatê, pankarta “Edalet ji bo Malbata Şenyaşar” daliqand û dest bi nobetê kir.
Rewşa tenduristiya Emîne Şenyaşar her diçe giran dibe
Ferît Şenyaşar, bal kişand ser zêdebûna pirsgirêkên tenduristiyê yên dayika wî Emîne Şenyaşar û got; "Dayik êdî nikare vê zilm û neheqiyê li ber xwe bide. Em ê di rojên pêş de careke din biçin avahiya Walîtiya AKP'ê. Em ê biçin Wezaretê. Edalet û Meclîsê. Em dixwazin rayedaran di zûtirîn demê de dawî li bêhiqûqiyê bînin."
'Dozgeran derî li dayikê girt'
Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal hesabên Wezîrê Dadê ya dewleta Tirk Bekir Bozdag û Waliyê Rihayê ya dewleta Tirk Salih Ayhan etîket kirin û ev peyam parve kirin: “Kes û dozgerên ku ji edaletê berpirsyar in, bi mêyzekirina vê rewşa trajîk 602 roj in dikevin edliyeyê. Dozger derî li dayikê girt. Dayik li ber edliyeyê li memûrekî digere ku derdê wê jê re bêje.”