Malbata Şenyaşar: Daxwaza me edalet e

Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di roja xwe ya 624'an de berdewam dike.

Riha- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 624’emîn de ye.

Malbata Şenyaşar di saetên serê sibehê de nobeta edaletê da destpêkirin. Malbat li ser hesabê xwe yê medyayê ev peyam parve kir: “Me ji xwe bawer kir û em ketin rê. Daxwaza me edalet e. Bi têkoşînê re rastî derketin holê. Em li benda biryareke bi edalet in ku dê niha ji dadgeha îstînafê derkeve.”