Malbata Şenyaşar 17’ê Çileyê dê li Meletî be

Malbata Şenyaşar di 17’ê Çileyê de ji bo yekemîn danişîna doza komkujiya ku li nexweşxaneyê pêk hat dê li Metelî be.

Riha – Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de beriya Hilbijartina Giştî, xizm û parêzvanên parlamentere AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana Malbata Şenyaşar kiribûn û êrişê ber nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê dewam kiribû. Di êrişa li ber nexweşxaneyê de Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Fadil û Adil Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar, bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dikin ku di dozê de pêk were. Nobeda Edaletê ya malbatê di roja 675’emîn de didome. 

Emîne Şenyaşar ji ber ku nexweş bû îro nehat cihê çalakiyê û nobeda îro ji aliyê Ferît Şenyaşar ve tê domandin. 

‘Em ê bigihin edaletê’

Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yê medyaya dîjîtal vê pêyamê da: “Heya ku pêkutiya siyasî ya li ser dozger û dadgeran nerabe dê aramî neyê welat! TBB û hemu baro xwedî li daxwaza me ya edaletê derketin. Di 17’ê Çileyê de tevî bi hezaran parazvanên heq, em li Meletî ne. Em ê nekevin nav bedbîniyê, em ê teqez bigihin edaletê.”